Daxwaza azadiya Ecevît Pîroglû hate kirin

Ji bo azadiya şoreşgerê Tirkiyeyî Ecevît Pîroglû ku li Sirbistanê girtî ye, li Munchenê çalakiyek hate lidarxistin.

ÇALAKIYA JI BO ECEVÎT PÎROGLÛ

Ji bo azadiya şoreşgerê Tirkiyeyî Ecevît Pîroglû ku bi biryara radestkirina Tirkiyeyê li Sirbistanê di sala 2021'ê de hate girtin, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Munchen û Nurnbergê li ber Konsolosxaneya Sirbistanê ya Munchenê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de bêhiqûqiya ku sê sal in li Ecevît Pîroglû tê kirin hate bibîrxistin û hate gotin, "Li hemberî vê yekê Ecevît Pîroglû 136 rojan kete greva birçîbûnê. Ecevît Pîroglû ku ji sala 1992'an û vir ve li Tirkiyeyê têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê dimeşîne şoreşgerekî enternasyonalîst ê Tirkiyeyî ye ku tevlî berxwedana Gezî û şoreşa Rojava bû."

Di çalakiyê de dosyayek têkildarî Pîroglû radestî konsolosxaneyê hate kirin. Di şexsê Ecevît Pîroglû de hate xwestin ku hemû girtiyên siyasî bêne berdan.