Damezrandina PKK'ê li Grossetoyê hate silavkirin

Kurdistaniyên li herêma Toskanayê, ji bo pîrozkirina salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê li hev kom bûn.

Li bajarê Grosseto yê herêma Toskana ya Îtalyayê, salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê bi coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdistanê û cîhanê destpê kir.

Siyasetmedar Adar Gulan li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku damezrandina PKK'ê ne tenê têkoşîna rizgariya neteweyî bû, paradîgmaya wê gerdûnî bû.

Adar Gulan diyar kir ku pêngava azadiyê ya bi pêşengiya dostên gelê Kurd destpê kir, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Di pîrozbahiyê de hunermendê Kurd Bengîn Agirî jî derkete ser dikê. Kurdistaniyan li ber muzîkê govend gerandin.

Pîrozbahiyê heta derengiya şevê dewam kir.