Ciwanên Kurd li Dusseldorfê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin

Ciwanên Kurd di dema danasîna namzetên ji bo hilbijartinê de, ji bo tecrîd û grevên birçîbûnê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin.

Ji bo danasîna namzetên hilbijartina ji bo Parlementoya Ewropayê li pêşiya Şaredariya Dusseldorfê mîtîngeke mezin hate lidarxistin. Di çalakiyê de ciwanên Kurd çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin. Ciwanan derbarê grevên birçîbûnê û tecrîdê pankart vekirin û belavok belav kirin.

Polîsan xwestin ciwanan destgîr bikin lê ciwanan li ber xwe dan. Polîsan piştre ciwanek destgîr kirin.

Ciwan piştre derketin ser dikê û pankart vekirin. Demeke dirêj pankart vekirî ma û bi sedan kesan wêne girtin.