Ciwanên Kurd di kampa Havînî ya Ewropayê de hatin ba hev

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên ji gelek deverên cihê yên Ewropayê li hev kom bûn, Kampa Havînî ya Swîsreyê pêk anîn.

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, di dîroka 6-10’ê Tebaxê de li Swîsreyê Kampa Havînî pêk anîbû. Ji Fransa, Elmanya û Swîsre zêdetirî 70 ciwanên enternasyonalîst jî tevlî kampê bûbûn. Ciwanên ku di nava xwezayê de kamp danîn û ji jiyana modernîteya kapitalîst dûr û bi şêwazê jiyaneke komînal çar roj derbas kirin, hemû pêwîstiyên xwe û karên xwe yên rojane bi xwe pêk anîn.

Ciwanan li ser dîroka Kurdistan, pirsgirêkên li Ewropa tên jiyîn û zayendiya civakî gotûbêj kirin, her wiha turnuvayên sporê jî lidar xistin.

Ciwanên bi kêfxweş ji kampê veqetiyan, diyar kirin ku ji sîstemê dûr û di nava xwezayê de jiyîn wê bandorek baş li wan kiriye.