Ciwanan banga seferberiyê kirin: Dema ketina tevgerê ye

Tevgera ciwanên Ewropa, li dijî êrîşên qirker û dagirkeriyê ya dewleta Tirk û xeta xiyanetê ya PDK’ê, ciwanên Kurdistanê û enternasyonalîst vexwendin seferberiyê.

Tevgera Ciwanên Ewropa Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) bi daxuyaniyekê, bang li hemû ciwanên Kurd û enternasyonalîst kir ku li dijî xiyanet, faşîzim, êrîşên qirkirinê û tecrîdê tevlî seferberiyê bibin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Bi taybet gerîlayên di serî de li her parçeya Kurdistanê, li Zap, Metîna, Avaşîn û Zendûrayê di nava berxwedaneke bi heybet de ne, em tevgerên ciwanan wan silav dikin. Weke tê zanîn Tevgera Azadiyê û tevgerên ciwanan di pêvajoyeke dîrokî de dijîn. Êrîşên faşîzan ên AKP-MHP’ê di çarçoveya konseptekê de tê pêşxistin û pir berfireh in. Vekiriye dixwazin êrîşeke qirkirinê pêk bînin. Konsepteke ku Kurdan qebûl nake û dixwaze tine bike tê pêşxistin. Bi xeta xiyanetê ya PDK’ê re dibe yek û êrîş dike. Êrîşkariya faşîzan a gihiştiye astekî pir hovane, ketiye qonaxek nû. Dema mirov li asta êrîşkariya sîtematîk û sîstema êşkenceyê ya li ser Rêber Apo tê pêşxistin, dinêre, dibîne ku di şexsê Rêber Apo de gel hatiye tecrîd kirin.

Em TCŞ û TEKO-JIN, bi vekirî didin diyarkirin ku; Rêbertiya me xeta me ya sor e. Em ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn, li dijî her êrîşeke li ser Rêbertiya me bê kirin, em amade ne li her kolan, rê agirê şoreşê pêbixin.

Dem dema tevgera ciwanan a pêngava ‘Werin Ceng Azadiyê’ ye. Dem dema ku her ciwanek erka dikeve ser milan pêk bîne ye. Divê bi gotina; ‘Dem dema azadiyê ye’ xwe bi rêxisti nbike, xwe bi berxwedana gerîla ya li Zap, Metîna, Avaşîn û Zendûrayê lehengiyên mezin dikin re bikin yek, wiha ji bo vê pêvajoyê bibe bersiv. Em TCŞ û TEKO-JIN bang li her ciwaneke ku li Ewropayê dijîn ku tevlî pêngava seferberiyê bibin.”