Ciwan li dijî tecrîd û dagirkeriyê meşiyan

Li du banliyoyên Parîsê û bajarê Marsîlyayê yên Fransayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ciwan li dijî tecrîd û dagirkeriyê meşiyan.

Li bajarên Parîs û Marsîlya yên Fransayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdsitanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ciwan meşiyan.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê ciwan li qada Bel de Maî li hev civiyan û bazariya NATO'yê ya li ser Kurdan şermezar kirin.

Ciwan bi şev saet di 22:00 de bi alên PKK û TCŞ'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û pankarta bi nivîsa "Li dijî dewleta Tirk a kujer, Kurdan biparêze" hildan. Di çalakiyê de dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.

DRANCY

Li paytexta Fransa Parîsê jî li banliyoya Drancy ciwan bi wêneyên Ocalan û pankarta bi nivîsa "Werin cenga azadiyê" meşiyan.

Di meşê de tim û tim dirûşmên "Assassin Erdogan (Kujer Erdogan)", "Liberte pour Abdullah Ocalan (Azadî ji bo Abdullah Ocalan)", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn. Di çalakiyê de bang li ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê hate kirin ku têkoşînê mezin bikin.

VILLIERS LE BEL

TCŞ'ê li banliyoya Villiers le Belê jî li dijî cezayê dîsîplînê yê bi kêfî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birîn û li hemberî tecrîdê meşiyan. Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Liberté pour Abdullah Öcalan" hatin qîrîn.