BI DÎMEN

Civata Giştî ya KNK’ê li dijî dagirkeriyê banga yekîtiya neteweyî kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di civîna xwe ya Civata Giştî ya 22’yan de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêma Metînayê şermezar kir û li dijî van êrîşan banga yekîtiya neteweyî li Kurdan hate kirin.

Doh li bajarê Den Haag ê Hollandayê civîna dema navber a Civata Giştî ya KNK’ê ya 22’yemîn bi dirûşmeya “Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de rêya serketinê yekîtî ye” hate lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna delegeyan, nûneriyên partiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û nûneriyên saziyan di rojan 2’yan de dewam kir.

Di civînê de dîwanê têkildarî êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk di saetên siharê de li ser herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayî dayî destpêkirin, daxuyanî da.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li partiyên siyasî û tevgerên Kurd hate kirin ku li dijî van êrîşan rabin.

Piştre civîn, bi xwendina rapora fealiyetên salekê, dewam kir. Piştre Hevserokên KNK’ê Zeynep Mûrad û Ahmet Karamûs mafê axaftinê girtin û axivîn.

PDK LI PÊŞIYA YEKÎTIYÊ ASTENG E

Karamûs derbarê xebatên siyasî yên di sala 100’an a Lozanê de li ser navê yekîtiya di navbera Kurdan de hatine meşandin, agahî dan û diyar kir ku PDK li pêşiya yekîtiya Kurdan asteng e.

Karamûs weke KNK qala hewldanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Weke şandeya KNK’ê me xwest bi Birêz Mesût Barzanî re hevdîtinê bikin. Me randevû xwest. Li Hewlêrê weke şande em qasî heftiyekê man. Bersiv ji daxwazên me yên randevûyê re nehat dayîn. Piştre me xwest bi Birêz Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê bikin. Lê wî jî ti bersiv ji bo daxwaza me ya randevûyê neda. Daxwazên me yên hevdîtinê yên di çarçoveya xebat û hewldanên me yên ji bo yekîtiya neteweyî de, bi erênî encam nabin. Ti bendewarî û sîtema me li hemberî ENKS’ê nîne. Li holê ye ku ENKS bi temamî di bin kontrola dewleta Tirk û îstixbara wê de ye. Lewma ji bo xebatên yekîtiya neteweyî, ti bendewariya me ji wan nîne.”

Piştî Karamûs, Hevserok Zeynep Mûrat jî têkildarî xebatên li Başûrê Kurdistanê axivî. Zeynep Mûrat tawrê PDK’ê rexne kir û destnîşan kir ku di sedsala nû de ji bo destkeftiyên Kurdan bên parastin û Kurd mafên xwe yên demokratîk û azadiya xwe bi dest bixin, yekane rê yekîtî ye.

Piştî axaftinên hevserokan, civîn bi nîqaşên têkildarî xebatên heyî yên KNK’ê û xebatên ji bo siberojê, dewam dike.