Civata Giştî ya KNK’ê bi encamnayekê bi dawî bû

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê civîna dema navber a Civata Giştî ya KNK’ê ya 22’yemîn bi dirûşmeya “Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de rêya serketinê yekîtî ye” hate lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê civîna dema navber a Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya 22’yemîn bi dirûşmeya “Di têkoşîna rizgarî û azadiya Kurdistanê de rêya serketinê yekîtî ye” hate lidarxistin. Civîn bi tevlîbûna delegeyan, nûneriyên partiyên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û nûneriyên saziyan di rojan 2’yan de bi encamnameyekê bi dawî bû.

Xalên encamnameya Civata Giştî ya KNK’ê wiha ye:

  1.  Civîn bala hemû Kurdistanî û dostên Kurdan bi awayekî lezgînî dikişîne ser gef, êrîş û amadekariyên operasyonên dewleta Tirk yên li ser Başûr û Rojavaya Kurdistanê û bang dike ku hemî hêzên Kurdistanî û dostên Kurdan li hember van êrîşên dewleta Tirk derkevin.

  2. Xala 4’an ya Belgeya Stratejiya Neteweyî ya Kurdistanê wiha dibêje: “Li dijî hêzeke Kurdistanî an parçeyek Kurdistanê, hemû cureyên hevkarîya bi dagirkeran re xeta sore û di asta neteweyî da were mehkumkirin.” Civata Giştî, vê xalê carekî dubare bîrtîne û bang li rayedarên PDKê dike ku hevkarîya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestînin û li dijî dagirkeriyê derkevin.

  3. Civîn bang li hemî partî, rêxistin, sazî û dînamîkên Kurdistanî dike ku bi ruhê Newrozê kombibin, yekîtiya neteweyî xurt bikin û li hember êrîşên dagirkeran bi yek dengî rawestin.

  4. Civîn bang li hikûmeta Iraqê dike û dibêje, li hember êrîş û operasyonên dewleta Tirk yên li Iraqê derkevin, baregehên leşkerî bidin rakirin û dawî li dagirkerîya artêşa Tirk bînin.

  5. Civîn bang li dewleta Tirk dike ku dev ji van gef û êrîşan berde û bizivire ser pêvajoya diyaloga aştî û çareserîya sîyasî.

  6. Civîn bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên sereke yên cîhanî û raya giştî ya cîhanê dike ku li hember gef û êrîşên dewleta Tirk yên li ser Kurdistanê derkevin û piştgiriya tekoşîn û Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê bikin.