Cezayê girtîgehê dane 17 ciwanên ku CPT şermezar kirin

17 ciwanên ku ji ber sedema bêdengiya wê ya li bara tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, CPT şermezar kirin, bi hinceta ku ziyan dane avahiya Konseya Ewropayê cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

Di danişînê de ya ku pêrşemê li Strasboûrgê çêbû, cezayê herî giran dane 3 ciwanan. Ji van yek jê bi rengê organîzatorê çalakiyê hate nirxandin, du ciwanên din jî hatin sûcdarkirin ku ziyan dane û li ber polîsan rabûne, tundî li wan kirine.

Danişîn nêzî 9 saetan dom kir, 1 sal cezayê girtîgehê li 3 ciwanan hate birîn, ji bo ciwanên din jî her yekê 6 meh ceza li wan hate birîn.

Hemû hatin berdadn. Hate gotin dibe ku ciwan cezayê xwe li Elmanyayê bibînin. Ji ciwanan yek jê ne tê de, hemû ji Elmanyayê hatibûn. Ên ku ji Elmanyayê hatin her wiha 2 salan wê nema karibin werin Fransayê.

Her wiha divê ziyana li Konseya Ewropayê jî bi hevkarî bidin. Konseya Ewropayê îdîa kiribû ku ziyana ku bûyî 296 hezar Euro ye.

Dozgeriyê xwestibû ku ciwanên Kurd werin gritin û ji 1 salekê heta bi 18 mehan ceza xwestibû.

Bûyerên ku bûne mijara dozê 25'ê Sibatê çêbûbûn. Bi dehan ciwanên Kurd ji bo ku  tecrîda li ser Ocalan şermezar bikin li avahiya Konseya Ewropayê, ku CPT jî tê de çalakî kiribûn.