CDK-S: Em tevlî çalakiyên protestoyî yên Peymana Lozanê bibin-NÛ BÛ

CDK-S'ê bang kir ku her kes tevlî çalakiyên protestoyî yên salvgera Peymana Lozanê bibe, ku bi vê peymanê Kurdistanê dabeşî çar parçeyan kiribûn. Çalakî di salvegera peymanê de, 24-25'ê Tîrmehê wê werin kirin.

Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (CDK-S) têkilî salvegera 97'an a Peymana Lozanê, ku bûyî sedem Kurdistan bibe çar beş daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin li ber avahiya ku peyman hatî danîn 24-25'ê Tîrmehê wê çalakî were kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin Peymana Lozanê ev nêzîkî 100 salî ye bûye sedema komkujî û zilmê û hate bibîrxistin AKP di sedsala 21'ê de vê komkujî û zilmê didomîne, AKP bi dîn dixwaze ser polîtikayên gemarî bigire.

Di daxuyaniyê de hate gotin biryara Ayasofyayê 24'ê Tîrmehê Înê pêk tîne û ev dibe salvgera 97'ana Lozanê, ev jî polîtîkaya qirêj a AKP'ê nîşan dide.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkrinê didomîne, Kurdan ti caran koletî qebûl nekirine, wê nekin jî jî û îsal jî 24-25'ê Tîrmehê ji bo Peymana Lozanê were şermezarkiin wê mîtîng û meş werin kirin. 

CDK-S'yê bang li siyasetmearên Kurd ên li Swêd û Ewropa, bang li rewşenbîr, dostên Kurdan kir ku werin Cinêv û Lozanê û got, çawa ku Erdogan û hevkarên wî 24'ê Tîrmehê li Ayasofyayê bin, ew ê jî li ber wê bînahiyê bin ku Peymana Lozanê lê hatibû îmzekirin.