CÎK’ê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku berê xwe bidin Strasbourgê
Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) ji bo mîtîng û meşa mezin a ku wê di salvegera 26’an a komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) ji bo mîtîng û meşa mezin a ku wê di salvegera 26’an a komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Civaka îslamî ya Kurdistan (CÎK) komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li hemberî Rêber Apo şermezar kir û got, “Ev roj ji bo gelê Kurd roja herî reş a dîrokê ye. Di vê rojê de ne tenê gelê Kurd, hemû hêzên azadîxwaz ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi dengekî bilind daxwaza xwe tînin ziman.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Li Ewropayê wê 15’ê Sibatê li Strasbourg meş were kirin. Em bang dikin ku her kes beşdarî vê meşê bibe û piştgiriyê bide têkoşîna bi maf. Azadiya Abdullah Ocalan ne tenê azadiya kesekî ye, azadiya hemû gelan e. Civaka navneteweyî divê dawî li vê bêedaletiyê bîne û piştgiriyê bide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. 15’ê Sibatê em tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan şermezar dikin û ji bo azadiya wî dengê xwe bilind dikin. Ji bo sekneke hevpar a li dijî komploya navneteweyî, divê her kes di meşa li Strasbourgê de were ba hev.”