Bûldan: Em ê 23’ê Hezîranê piştgirî bidin Yekîtiya Hêzên Demokratîk

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ku bi hevserokê Partiya Çep a Elmanyayê re hevdîtin kirî, bang li her kesî kir ku di hilbijartina 23’ê Hezîranê de ji bo hilbijartina şaredariya bajarê mezin a Stenbolê pişgirî bide Yekîtiya Hêzên Demokratîk.

Serdana heyeta bi pêşengiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ya li Berlîn tê kirin, didome. Ligel Bûldan, palamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, parlamenterê HDP’ê yê berê Faysal Sariyildiz, hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret û nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Farûk Dorû jî di şandeyê de cih girt. Şandeyê li Navenda Giştî ya Partiya Çep bi hevserok Berndt Riexinger re hevdîtin pêk anî.

Bûldan piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û bal kişand ser Biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê ya di derbarê hilbijartina Stenbolê de û diyar kir ku wê di piştgirî bidin Yekîtiya Hêzên Demokratîk û got: “Careke din windakirina AKP’ê ya hilbijartinê, ji bo me girîng e.”

RİEXİNGER: EM PIŞGIRÎ DIDIN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ

Hevserokê Partiya Çep a Elmayayê Berndt Riexinger jî diyar kir ku rejîma Erdogan bi vê biryara YSK’ê re careke din rûyê xwe yê rastî eşkere kiriye û diyar kir ku weke her car, pişgirî didin HDP’ê. Riexinger diyar kir ku wê piştgiriyê bidin Yekîtiya Hêzên Demokratîk a pêşnegiya wê HDP dike û got: “Em hêvîdar in ku wê partiya Erdogan careke din winda bike û ev di riya demokratîkbûna Tirkiyeyê de bibe gaveke girîng.”

Lîderê Partiya Çep ê destnîşan kir ku destekê bidin têkoşîna HDP’ê û çalakvanên din ên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Ocalan û berdana girtiyên siyasî dane destpêkirin dikin û got: “Em qet rê nadin ku mafê girtiyan bên binpêkirin û di bin îzalasyonê de bijîn.”

Heyeta bi serokatiya Bûldan îro saetên sibê destpêkê bi Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Sosyalîst a hevparên hikûmeta Merkel Andrea Nahles re civiyabû. Di hevdîtina li buroya Nahles a li Meclîsa Federal pêk hat de, bûyerên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê qewimîne hatibûn destgirtin.

Heyet van kêliyan bi alîkara Serokê Giştî yê Partiya Keskan Jamîla Shhafer û komeke parlementerên Keskê re hatine ba hev. Heyeta ku li bendê ye di 18:00’an de li NAV-DEM a li Berlînê tevlî civîna gel bibe, dîsa serdana Mele Mûstefa Tuzak, Şiyar Xelîl, Cemal Kobanê û Omer Bagdûr ên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan ketine grevê jî bikin.