Bijîşkên li Elmanyayê: Tecrîd travmayeke mezin ava dike

Bijîşk çûn serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê û bal kişandin ser travmaya psîkolojîk û sosyolojîk a li ser gel. Bijîşkan diyar kirin ku divê tecrîd were rakirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Li gelek welatan û li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê didomin.

Li Strasboûrgê jî 14 çalakgeran dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Ligel ku tendirustiya çalakgeran di rewşeke krîtîk de ye jî, çalakî bi biryardarî didome.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya, parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî di nav de 14 kes li Strasboûrgê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne û her roj ji gelek sazî û rêxistinan û welatparê tên serdana çalakgeran.

BIJÎŞKÊN LI ELMANYAYÊ HATIN SERDANA ÇALAKGERAN

Pispora Nexweşiyên Hinavan Bijîşk Eray Ozturk û pispora pedîatriyê Bijîşk Dêrsim Dagdevîren îro ji Elmanyayê hatin serdana çalakgeran.

Dr. Eray Ozturk diyar kir ku ji bo kontrola tendirustiya çalakgeran ew hatine serdana çalakgeran û got ku “Tendirustiya çalakgeran di asteke krîtîk de ye,ji ber ku çalakî dikeve roja 100’an. Divê Ewropa û civaka Kurd bi hesasî nêzî pêvajoyê bibe. Dibe ku şehadet pêk werin. Me dît ku çalakger çalakiya xwe bi biryardarî didomînin. Di vê pêvajoyê de peywira me bijîşkan ev e ku em daxwazên çalakgeran derxînin pêş. Em bijîşk tenê dikarin texrîbata fizîkî tespît bikin lê em nikarin mudaxeleyî rewşa çalakgeran bikin. Ji ber tecrîdê li ser gelê Kurd travmayeke psîkolokîk û sosyolojîk pêk tê. Ji çalakiyên li zindanan ên fedaî em dikarin bandora vî tiştî bibînin. Bêdengiya li hemberî çalakiyên li dijî tecrîdê, berê mirovan dide çalakiyên fedaîyane.”

BANGA ‘BI ŞIKANDINA TECRÎDÊ DIVÊ PÊŞIYA MIRINAN WERE GIRTIN’

Bijîşk Eray Ozturk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li ser hemû gelê Kurd e û wiha domand; “Divê encamên hilweşîna tecrîdê ku di gelê Kurd de ava kirî were dîtin û ji bo bidawîkrina vê tişta pêwîst were kirin. Divê li dora çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindan û hemû cîhanê didomin bibin xelek û bi şikandina vê tecrîdê re pêşiya mirinan were girtin.”

BIJÎŞK DAGDEVÎREN: RÎSKA METIRSÎDAR A JIYANÊ GELEK E

Piştî hevdîtinê Bijîşk Dêrsim Dagdevîren jî got cara 3’emîn serdana çalakgeran dike û wiha got; “Di serdana me ya dawî de 2 bijîşkên Elman jî nav de bi komeke 8 bijîşkan re me serdana çalakgeran kir. Di serdana 2’ê Adarê de kêm jî be şertê mûayenî hebû lê niha di vê rewşê de ew jî nameye. Di serdanên berê de metirsiya jiyanê ya di çalakgeran de derbasî qonaxekî bi rîsk bûye û di wê demê de têkildarî çalakgeran me bi nameyekê agahî da Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropa û CPT’yê.”

‘CPT’Î TENÊ BERSIVEK STANDART DA’

Bijîşk Dagdevîren têkildarî bersiva CPT ya ji bo nameyê wiha got; “Bersiva Sekreteriya Giştî ya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşneceyê ya Konseya Ewropa R. Regîs Brîlland bersivekî standart da me. Hate gotin ku ji bo daxwazên çalakiyên bi armanca şikandina tecrîda li ser rêzdar Ocalan bê navber bi Tirkiyeyê re di nava danûstandinan de ne. Ji me re gotin divê li gel sekreteriya maseyê Tirkiyeyê re bikevin têkiliyê. Lê bersiva bingehîn ji me re gotin agahiyek diyar di destê me de nîne. Di encamê de tecrîd didome û çalakî jî hê didomin.”

‘LI GORÎ ME HELWESTA CPT Û SAZIYÊN DIN SIYASÎ YE’

Bijîşk Dersim Dagdevîren got ew ê çavdêriyên xwe bikin rapor û dîsan ji CPT re bişînin û em li gorî me helwesta CPT û saziyên Ewrpoayê ya li beramberî tecrîdê biryarekî siyasî ye. Dagdevîren got ew ê bibin dengê daxwazên çalakgerên grevê.

Bijîşk Dêrsim Dagdevîren serî de bang li gelê Kurd û kesên li Ewropayê dijîn kir ku bibin dengê çalakgeran û di çareseriyê de zextan li saziyên Ewropayê bikin.

Îro jî gelek Kurdistaniyên li bajarên cûda yên Ewropayê dijîn serdana 14 çalakgerên Strasboûrgê kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.