Bi vegotina Huseyîn Çelebî pêvajoya piştî kuştina Palme

Di hucreyê de tam îzolekirî bûm, 24 saetan tenê mam. Piştî tecrîda 3 mehan yên ku ji BKA'yê hatin gotin, ''Dem nehatiye ku tu biaxivî?''

15'ê Sibata 1988'an ji bo min ne rojeke wiha rehet bû ku ez ji bîr bikim. Her çendî zextên li ser me û şopandina me heta bi 1987'an diçe jî ev pêvajo jixwe ji berê de dest pê kiribû. Ji bo ku em werin krîmînalîzekirin nêçîran pîrevokan û kampanyaya lîncê ji nîvê salên 1980'yî ve bi rengekî xurt dest pê kiribû. 1'ê Çile ya 1987'an bi hinceta xala 129a'yê li dijî PKK'ê bi sûcdariya ''rêxistina terorê ya biyan'' lêpirsîn hate destpêkirin.  (Farûk Bokurt, ku bi îdîaya wê bombe li konsolosxaneya Tirk a li Hambargê daniye, hatibû girtin, 2002'an li nav refên HPG'ê şehîd bû: https://anfkurdi.com/kurdistan/nasnameya-gerilayeki-di-sala-2002-an-de-jiyana-xwe-ji-dest-da-76185 )

1984'an piştî bûyera dagirkirina konsolosxaneya Tirk a li Kolnê Dev Sol hate qedexekirin, wê demê hate gotin ku em jî dihatine şopandin. Lê bi min pêvajoya şopandina me bi daxuyaniya Wezareta Navxwe ya, 'hewce be PKK wê were qedexekirin' 1983'an dest pê kir.  Lê 1987'an, b lêpirsîna Hambûrgê re zext û zordarî pir zêde bûn. Dema ku ji vê demê û heta Sibata 1989'an mirov li girtinan binere bi min wê perdeya pişt êrîşan baştir were fêhmkirin.

Niha bi min 3 lingên êrîşê yên li ser PKK'ê hene. Lê beriya vê divê em biçin sala 1984'an. 15'ê Tebaxa 1984'an dema ku PKK'ê dest bi şerê çekdarî kirî, dewleta Tirk digot, ''di nav 72 saeatan de em ê tine bikin.'' Lê hesabên ku ji bo qedandinê hatibûne kirin pêk nehatin, berevajî, têkoşîna azadiyê pêl bi pêl mezin bûye. Ji ber vê, ji bo sala 1988'an hazirî kirin, ji ber ku ewsal ji bo xwe weke 'sala qederê' didîtin. Her wiha di Kongreya 3'yan a PKK'ê de, ya ku 1986'an pêk hatî, 1988 hate destnîşankirin, biryar li ser haziriyên berfireh hate kirin. Dema ku têkoşîna azadiyê 1987'an ji bo 1988'an hazirî dikir, dewleta Tirk jî ji bo êrîşên dijber pê li pişkokê kir. Bi vê çarçoweyê divê mriov hin êrîşên 1988'nan bibîne.

SÊ LINGÊN ÊRÎŞÊ YÊN BI SER PKK'Ê DE

Heke ez werim ser sê lingên konsepta êrîşê ku beriya niha min behs kiribû. Yek jê ji hêla leşkerî ve xilaskirina PKK'ê bû, jixwe ber bi binê sala 1987'an ve dewleta Tirk li dijî gerîla êrîşên berfireh da destpêkirin. Lingê duyan êrîşên li BRD'ê (Komara Federal a Elmanyaya  Rojava) bû, jixwe wan bixwe jî ev bi rengê, ''divê têkiliyên derve yên tevgerê werin birîn'' anîbûn ser zimên. Bi vê armanc ew bû ku bi rengekî ku careke dî nebe, desteka ji bo tevgerê bibirin.

Heke dîsa em têkilî pişt perdeyê agahiyê bidin, dewleta Tirk ji 1985'an û vir ve nûnerên xwe şandin BRD'ê. Ji ber ku li BRDd'ê derdora 400 hezar Kurd dijiyan û beşekî girîng ê ji van çalak bû û ji hêla madî û manewî ve li cem têkoşîna azadiyê bû. Xwestin ku vê asteng bikin, bi vê armancê li BRD'ê ji bo ku li cem Tirkiyê bin 1988'an dest bi girtinan kirin. Wê demê bi kuştina Serokwezîrê Swêd Olef Palme li dijî me kampanyaya lîncê dane destpêkirin.  Ev kampanyaya lînckirinê piştî bi demeke kurt di serî de li Swêd û Elmanyayê li hemû Ewropayê berbelav bû. Kurd, Tirk û hin komên çepgir ên Elman jî tevlî vê kampanyayê kirin.

Lingê sêyan ya êrîşa li ser PKK'ê jî li dijî avaniya navxwe ya PKK'ê bû, ku he jî me rengê wê baş fêhm nekiriye. Hate xwestin bi nizilîna têkilî dewletê hate xwestin ku rêxistin ji hedefê wê were dûrxistin û bi demê re were tasfiyekirin. Xwedêgiravî, ''ji bo PKK'yeke demokratîk'' hazirî dikirin. Heke bi ser hev de bînim, bi rastî jî ev sê lingên êrîşan têkilî hev dimeşiyan; operasyonên leşkerî yê zivistana 1987/1988'an, girtinên serê sala 1988'an (operasyona li Elmanyayê) û koma ku payiza 1988'an li dijî me dane şixulandin. Di wê pêvajoyê de ku me jê re 'sala qederê' digot, bi êrîşên wiha dixwestin ku encamekê bi dest ve bînin.

NEGOTIN BÊ KA ÇIMA EM HATINE DESTGÎRKIRIN

Baş e, ez bi şexsî çawa tevlî nav vê pêvajoyê bûm? Dema ku yekîneyên SEK'ê (tîmên taybet) derî şkandin û ketin hundir ez li Komîteya Kurdistanê ya Kolnê bûm. Bêyî ku bibêjin bê ka çima me destgîr dikin em hemû birin Midûrtiya Emniyetê. Roja dî parêzerê min dema ku hatî ne xwedî ti agahiyekê  bû, ji min re tenê got,''Ji ber lêpirsîna ku Serdozgeriya Federal vekirî, wê we bibin Karlsrûyê, ez dipêm ku li ser we biryara girtinê were dayin''. Jixwe piştre bi helîkoptêran em birin Karlsûrheyê û em anîne pêşberî dadgerê girtinê, li wir nûnerekî serdozgeriyê federal hebû .Dadgerê ku biryara girtinê xwendî ez wiha tawanbar kirim; li gorî xala 129a'yê 'endambûna rêxistina terorê ya biyanî', bi zorê desteserkirin û hewldana cinayetê. Min nizanîbû bê ka hevalên din bi çi dihatin tawanbarkirin, ji ber ku çawa ku em gihaştin Karlsrûyê em ji hev veqetandin.

ROJÊN TECRÎDA GIRANKIRÎ...

Dema ku min sûcdarî bihîstin, şaş mam, nexasim dema ku Serdozgerê Federal ji bo PKK'ê gotî, 'rêxistina terorê ya biyanî''. Piştre li ser biryara girtina min ez birim girtîgeha Wuppertlê. Heke rast bibêjim ji bo ku şoka dawî ji ser min biçe çend roj derbas bûn.  Li gel ku min biryara girtinê çend caran xwend jî aqilê min ji hin tiştan nedibirî. Dema hatim girtin tam îzolasyonek li ser min hebû, 24 saetan tenê bûm, 1 saetê derdiketim hewşê, li wir jî tenê bûm. Min tenê mirovên bi unîform didîtin, ew jî 3-4 kes bûn. Dema pêşî ya darizandinê ne rojname, ne pirtûk, ne radto nedan, bi temamî tê îzolekirin, ne şaş bim 3 mehan domand.

Piştî meha sêyan jî BKA (Midûrtiya Emniyetê ya Federal) hatin cem min û gotin, ''Ma êdî ne dema wê ye ku biaxivî?''. Min fêhm kir ku bi îzolasyona bêkamîsî ya li ser min dixwestin ku encamên siyasî bi dest bixin. Wan 3 mehan ez bi kesî re neaxivîm, min nizanîbû bê ka çi bi serê hevalan hatiye, li derve çi bûye. Êşkenceyeke fizîkî li ser min nebû. Piştî ku ji girtîgehê derketim, dema ku bi wan hevalên xwe re axivîm ku li Tirkiyê êşkenceya giran a li wan hatibû kirin, min fêhm kir ku êşkenceya psîkolojîk a li ser min û êşkenceya fizîkî ji hev ne cuda ye .Ji ber ku bi herdu rêbaza êşkenceyê dixwazin ku te teslîm bigirin.

TENÊ RADYOYÊN KU BI EILMANÎ DIKIŞANDIN DANE ME

Dema ku îdîanameya derheqê me hate lezandin têkilî bê ka em ê çawa li girtîgehê werin girtin giştînameyek bi 55 xalan hate derxistin, bi vê şertên girtîgehê yê ji bo girtiyê biyanî dihatin vegotin. Ji bo ku min bi Elmanî baş dizanî, ji min re goitn heqê min nîne ku rojnameyên bi Tirkî bixwînim, min tenê dikarîbû yên Elmanî bixwînim. Lê bi giştînameyek ku min behs kirî îzolosyona giran li ser me dom kir, mîna tenê radyoya FM dane me, pêla kin û dirên nebû, ji bo kesên ku bi Elmanî nedizanîn ti maneya van radyoyan nebû.

Her wiha name jî nedidan, rojname jî piştî ku hin nûçe jê dihatin qutkirin didan Her wiha dema ku em dibirin hewşê jî dema ku girtiyên din ên Kurd nebûne, an jî girtî nebûne em dibirin, dîsa jî ji bo hevalên ku bi Elmanî nedizanîn dihate maneya tecrîdê. Ev rewş, di nameyekê de ku Duran Kalkan nivîsî wiha dihate gotin :''Tu carekê, ez du caran girti me.'' Ji ber ku wî bi Elmanî nedizanî, d girtîgehê de jiyaneke dî ya grtîgehê dijî.

DOZA ME PROJEYEKE PÎLOT BÛ

Helbet em ne xerîbê darizandinan bûn, hevrêyên ku li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê li ber xwe didan parastinê ku kiribûn, helwesta wan me dizanîbû. Ji ber ku em jî ji wê rêçê dihatin dema ku danişînan dest pê kirî zor li me nebû, me xwe li hev girt û bûne xwedî helwesteke hevpar. Li avahiya dadgê jî ji bo van darizandinan beşekî bi bihayê 8 milyon Markî hate avakirin. Li qata jêrzemînê ya vir hicre ava kiribin ku 50 girtî dikarîbûn lê bimînin. Armanca wan ew bû ku bi komî bigirin, doza me ji bo wan projeyeke pîlot bû. Hundirê qata jêrzemînê weke labîrantê bûn, 4 meyan ez birim wê qata jêrzemînê, lê ketin û derketa wan min fêhm nekir, her carê em ji devereke dî derdiketin.

Du salên ku darizandinê dom kirî miemeleya cinawiran /biokê bi me kirin. Em weke, 'terorîstên pir taloke' lanse kirin. Lê tabloyeke dî derkete holê. Piştî ku 20 mirov li nav hicreyên caman darizandin ev bû sedema bertekan. Derdorên lîberal jî li dijî vê derketin. Diviya darizandina giştî ya kambax li Tirkiyê ku tim dihate rexnekirin dubare nekira Çi kesê ku ev darizadin dîtî dizanîbû ku ev dezgeh bi armanca Showê. Ji bo ku rexneyên raya giştî berteraf bikin 7 kes hatin berdan, ser 2 dosyayan girtin. Lê ev ê jî bi kêr nehate, jixwe ji niha ve Rebmann got, ''vê dozê ji bejna doza Elman derbas kir.''

*Ev nivîs ji ropartaja dirêj a Huseyîn Çelebî hatiye tomarkirin, ku 1990'î Hezîranê di rojnameya Clashê de hatibû weşandin. Şoreşger û welatparêzê Kurd Huseyîn Çelebî ku bi fermana Serdozgerê Federal Kurt Rebmann 1988'an Sibatê hatî girtin, 2 salan li zindanê ma, piştre bi darizandina bê girtî hate berdan. Çelebî piştre çû Kurdistanê, 11'ê Cotmeha 1992'an li Heftanînê di şerekî de şehîd bû.