BI DÎMEN

'Bi tifaqeke yekîtiya neteweyî wê êrîş werin pûçkirin'

Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs diyar kir ku bes bi tifaqeke ku girêdayî yekîtiya neteweyî wê êrîşên nû yên îmhayê yên li dijî gelê Kurd werin pûçkirin.

Hevserokê KNK'ê Karamûs banga xwe ya yekîtiya neteweyî dubare kir û bal kişand ser lêgerînên piştevaniyê yên dewleta Tirk yên li dewletên herêmê û cîhanê yên ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd.

Karamûs ji ANF'ê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’ Êrîş û planên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê wê tenê ne li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bin. Sereketirîn armanca van êrîşan tunekirina destkeftiyên gelê Kurd yên li hemû Kurdistanê ne. Seredanên Erdoganî yên ji Bexda û Hewlêrê re nîşaneya lêgerîna piştevaniya ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e. Helwesta PDK'ê destkeftiyên Kurdan dixe xeteriyê. Hewce ye PDK bi dewleta Tirk re hevkariyê neke.’’

ŞERVANÊN AZADIYÊ TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA NÎŞAN DAN

Karamûs diyar kir ku dewleta Tirk bi salan e dixwaze destkeftiyên li her çar parçeyên Kurdistanê tune bike û got: ‘’Dewleta Tirk geşadanên di pêvajoya çareseriyê de ji bo xwe weke talûkeyekê dît û di sala 2015'an de bi dawî kir. Di nava xwe de konsepteke dagirkeriyê ya nû ya li dijî gelê Kurd ava kir. Û piştî vê xwest Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfîye bike. Têkoşîn û polîtîkayên Tevgera Azadiyê ya Kurd yên li hundir û derve heya astekê êrîşên dewleta dagirker pûç kirin.’’

LÊGERÎNA PIŞTEVANIYÊ DIDOMÎNE

Karamûs bal kişand ser lêgerînên dewleta Tirk yên ji bo piştevaniyê û ev yek anîn ziman:’’ Dixwaze girêdayî peymaneke nû ya bi welatên herêmê re êrîşî gelê Kurd bike. Ji bo vê jî heyetek şand li Iraq û başûrê Kurdistanê. Tekane armanca van hewldanan heye ew jî dagirkirina Başûr û Rojava ye. Ji bo vê yekê jî dixwazin hikumeta navendî ya Iraqê û leşkerên PDK'ê daxilî vê yekê bikin.  Erdogan ji bo vê yekê seredana Bexdayê kir. Ji bo jiholêrakirina statûya gelê Kurd ya li Iraq û li Rojava lêgerîna piştevaniyê didomîne.’’  

EM DIKARIN TALÛKEYÊ BERTEREF BIKIN

Karamûs diyar kir ku ev talûke ne tenê ji bo Bakur û partiyeke kurdan derbasdar e û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’Dixwazin hemû destkeftiyên kurdan tune bikin. Ji bo berterefkirina vê talûkeyê erk û berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên hemû partiyên Kurdistanî, pêkhateyên sîyasî û saziyan. Hewce ye em weke gelê Kurd li hemberî vê talûkeyê yekîtiya xwe ava bikin û helwesta xwe nîşan bidin.  Bi avakirina yekîtiya sîyasî û civakî ya li her çar parçeyên Kurdistanê em dikarin vê talûkeyê berteref bikin.’’