Bi Rêxistina Efûyê re li ser tecrîdê hevdîtinek pêk hat

Heyeta ku ji nûnerên ACTÎT û CDK-F’ê pêk dihat, li ser têkoşîna li dijî tecrîdê û grevên birçîbûnê bi Rêxistina Efûyê ya Fransayê re hevdîtine kirin.

Di hevdîtina li gel nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Parîsê de li gel nûnerên ACTÎT û CDK-F’ê, ji nûnerên rêxistina Efûyê Nîcolas Krameyer jî cih girt.

Di hevdîtinê de li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger û rojiya mirinên yên li dijî tecrîdê li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê didomin agahiyên dawî hatin dayîn.

Heyetê li ser daxwazên Leyla Guven a 180 roj e di greva bêdawî û bêdorveger de ye agahî da.

Nûnerên CDK-F’ê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmeta Fransa ya ji ber hevkariya aborî û polîtîk a li gel Tirkiyeyê ku pêkanînên xwe yên faşîzan û zextê didomîne kirin.

Nûneran anî ziman ku êrîşên li ser mafê bingehîn ên mirovan ji nedît ve tê dîtin û êrîşa li ser dayikan jî mînaka vê yekê ye.

Nûnerên ACTÎT’ê li ser grevên birçîbûnê ya bi sirûda ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ a ji aliyê sosyalîst û komînîstên Ewropayê ve hatiye kirin agahî da û dawaz ji Rêxistina Efûyê kir ku hetyaribûna pêwîst raber bikin.

Her iki kurumun temsilcileri AF örgünün İşkenceyi Önleme Komitesi (CPT) ile görüşerek İmralı ve diğer cezaevlerindeki tecridi yerinde tespit edeceği ziyaretler yapmalarını talep etti. Temsilciler ayrıca Af örgütünden tecride ilişkin bir açıklama yapmasını istedi.

Nîcolas Krameyer jî diyar kir ku Rêxistina Efûyê ya London a masaya Tirkiyeyê ye li ser dosyayan xebatê dike û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ji nêz ve dişopînin. Krameyer destnîşan kir ku agahî û dosyayên ji bo wî tên ragihandin, ji bo navendê dişînin û ji bo hetyarbûnê di nava tevgerê de ye.