Bi pêşengtiya komîteya PJAK û KJAR’ê çalakiya piştgîriyê ya ji bo Gelên li Ehwazê pêk hat

Li bajarê Stockholmê komîteya PJAK û KJAR’ê ji bo piştgîriya gelên li Ehwazê ku ev heftiyek zêdetire ji ber siyasetên Îranê ya bê av hiştina herêmê û her wiha ev demeke ku ji bo mafên xwe têdikoşin, çalakiyek li dar xistin.

Çalakî piştî nîvro saet di 15:00’an de li meydana Sergels Torget a li navenda bajarê Stockholmê pêk hat. Di çalakiyê de daxuyaniyên piştgîriyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) û Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) hatin xwendin. Di daxuyaniyan de hate diyar kirin: “Em wek PJAK û KODAR bi awayeke rasterast piştgîriya xwe ya ji bo serhildanên mafdar ya gelên li Ehwazê ya li dijî îran dubare dikin û heya tekoşîna wan bigihîje armanca xwe û gelên li herêmê bigihîjin mafên xwe, emê jî wek rêxistina gelê Kurd piştgîriya xwe ya ji bo gelên li Ehwazê berdewam bikin. Her wiha bang li tevahî sazî û rêxistinên navnetewî û her wiha rêxistinên qaşo ji xwe re dibêjin em ji bo mafê mirovan têdikoşin, banga hestiyariyê li wan dikin da ku bi erka xwe rabin. Dîsa bang li raya giştî dikin ku li dijî Îran bêdeng nemînin. Eger îro li Ehwaz gel rabûye, sibe jî dibe ku li her devera Îranê serhildanên wisa pêş bikevin. Em wan kiryarên dijmirovî û bi kar anîna çekan ya li hemberî serhildêrên mafdar ên Ehwazê şermzar dikin.”

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser bêdengiya li hember siyasetên rejîma Îranê û wiha hate gotin; “Eger îro Îran bi awayeke hovane êrîşî gel ê mafdar dike, ev yek encama her tim bêdeng mayîna raya giştî ya li himber Îranê ye. Ji ber ku her car tenê bi gotina ‘em bi fikarin’ û tu kiryar jî li dijî Îran nayê kirin.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bimre rejîma faşîst a Îranê” û “Bijî berxwedana mafdar a gelên Ehwazê” bidawî bû.