Berxwedêrên grava birçîbûnê yên li Strasobûrgê têkilî bobeleta lehiyê ya li Rojhilata daxuyaniyek dan. Li ser navê berxwedêran Agît Ural xwest ku gel alîkariyê bide gelê Rojhilatê Kurdistanê.
Ural got divê mirov gelê Rojhilatê Kurdistanê hewceyî dewleta Îranê neke û domand, ''Ji bo ku em nehêlin gelê Rojhilat, ê ku ji ber bobelatê ziyan dîtî hewceyî dijmin nebe, ji bo ku heq ji vê rewşa giran derkeve divê em alîkariya hev bikin.''
Ural xwest ku hemû Kurd bi qasî hêza xwe destê xwe bide kesên ku ji bobelatê ziyan dîtine û domand, ''Çawa ku em dibêjin, ''êşa me, doza me û fikra me yek e'', di rojên giran de divê li hev xwedî derkevin û alîkariyê bi hev bikin. Divê em alîkariyê ji bo mirovên xwe bidin ser hev û bigihînin wan.''
Ural her wiha got ew bawer dike ku gelê Kurd wê destekê bide gelê Rojhilat û diyar kir, 14 berxwedêrên greva birçîbûnê jî wê alîkariyeke ku di nav xwe de komî ser hev kirine ji bo gelê Rojhilata bişînin.
Li Îranê ji 19'ê Adarê û vir ve ji ber baran zêde lehî rabû, li Rojhilatê Kurdistanê jî ji ber sedema lehiyê gelek kes mirin. Jêderên fermî ragihandin ku bi kemanî 62 kes mirine lê tê gotin dibe ku ev bibe 200 kes jî. Ji ber ku li herêmê hê li gelek deveran xebatên tespîtkirina ziyanê didomin, kesên ku li gundan mirine hê nehatine qeydkirin.
Piştî bobelatê Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Rojhilata kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin.