Berxwedêrên Strasboûrgê peyam dan: Berxwedan wê bidome

Berxwedêrên li Strasboûrgê li dijî tecrîad li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 141 roj in di grevê de ne diyar kirin ku hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hatî kirin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û peyama berxwedan wê bidome dan.

Mûstefa Sarikaya yê yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Strasboûrgê ye axivî û diyar kir ku ji ber nerabûna tecrîdê û bi awayekî sîstematîk nepêkhatina hevdîtinê kir ku çalakî bigihêje vê qonaxê.

Mûstefa Sarikaya destnîşan kir berxwedana gihiştiye asteke dîrokî û krîtîk û bal kişand ser hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re. Sarikaya da xuyakirin ku di warê berxwedana li dijî tecrîdê ev encamekî girîng e, bi hevdîtinê re gihiştine nuqteyeke hê girîng û stratejîk.

Sarikaya anî ziman ku ew jî weke hemû çalakvanên din pêvajo nirxandine û got: “Em niha weke roja yekem me anî ziman heta daxwazên me pêk neyên wê çalakiya me bidome. Divê tecrîda dij hexlaq, wijan û mirovahiyê ji kokê ve bê çareserkirin. Bi hevdîtinekê em nikarin bêjin tecrîd bi dawî bûye. Ji xwe weke parêzeran jî anî ziman ku di mijara ku wê hevdîtin bi awayekî peryodîk bidomin de hêviyek nehatiye çêkirin. Ev jî tê vê wateyê; hevdîtineke yek carî ye. Ji bo vê em nikarin bêjin tecrîd bi dawî bûye. Ji ber vê sedemê wê çalakiya me bidome.”

Çalakvan Nûrgul Başaran jî ev got: “Hevdîtina li gelr Rêbertiya me pêk hatî hem ji aliyê gelê me û têkoşîna azadiya Kurd ve xwedî girîngiyekî mezin e. Heman demê rê li ber moral û coşê jî vekir.Weke Rêbertiya me gotî; ‘Dem dema em dil, ruh û mejiyê xwe zindî bihêlin û berxwedanê mezin bikin.’Gavek hate avêtin a girîng ji vir û şûnde ye. Me roja ewilê gotibû heta tecrîd bidawî nebe wê çalakiya me bidome. Em hemû hê li ser wê biryarê ne. Ev hevdîtin encama qêrîna berxwedanê ye. Çalakî gihiştiye asekî cidî.”