Berxwedêrên Strasboûrgê: Dema têkbirina faşîzmê ye

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 109’an de didome.

Hevserokê Konfederasyona Karkerên ji Tirkiyeyê yên li Tirkiyeyê (ATÎK) Suleyman Gurcan jî di nav de komek hatin serdana çalakgeran.  Çalakger û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç heyet pêşwazî kir.

GURCAN: HETA KU VÊ ÎRADEYA ME HEBE EM Ê BI SER BIKEVIN

Hevserokê Konfederasyona Karkerên ji Tirkiyeyê yên li Tirkiyeyê (ATÎK) Suleyman Gurcan diyar kir ku di warê qelskirina faşîzma Erdogan de hilbijartina 31’ê Adarê girîng e.

Gurcan derbarê tecrîdê jî got, “Heta ku ev îradeya me hebe, em ê bi ser bikevin. Bi têkoşîna hevpar a li Tirkiyeyê em ê bigihêjin serfiraziyê.”

KOÇ: DEM HATIYE KU EM FAŞÎZMÊ BIAVÊJIN SER SERGO

Çalakgerê greva birçîbûnê û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî diyar kir ku berxwedana li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşiya gelek pêşveçûnan vekiriye û got ku “Şervanên ku li dora felsefeya Ocalan xwe birêxistin kirine, bi pêşengiya QSD’ê çeteyên DAÎŞ’ê têk birin. Bi beyana di Newrozê de jî di 31’ê Adarê de faşîzma AKP û MHP’ê hatiye têkbirin. Divê ev jî were zanîn, tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelan e, bi şikandina tecrîdê re wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşiya azadbûnê were vekirin. Êdî ew dem hatiye ku em faşîzmê biavêjin ser sergo.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di 17’ê Kanûna 2018’an de bi tevlêbûna 14 çalakgeran hatibû destpêkirin û ji gelek bajar û welatên Ewropayê Kurd, dostên Kurdan û nûnerên saziyan tên serdana çalakgeran.