Berxwedêr greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger Yûsûf Îba yê li bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo Newrozê peyamek da.
Îba di peyama xwe de ev got:
“Di rojên maşaleya azadiyê li dijî koledariyê geş bûyî û vir de têkoşîna Kawayên Hemdem a li dijî Dehaqên moder her diçe mezin dibe, bûn Rehşan, Zekiye, Ronahî roja me ronî kirin û bûn roja me.
Meşaleya Azadiyê ya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li qadên Amed, ji Zagrosan bigire heta Dersim, Agirî di dilê me, hişmê me de geş û zindî ne.
Bi hilgirtina meşaleya azadiyê ya ji Ronahiyan, Bêrîvanan, Semayan heta hevrê Leylayan ku ji bo Rêber Apo hatî pêxistin serbilind im, bi hêza ku em jî dîrokê girtî û carekî din didin nîşandan ku em bi hêz in û bi maf in.
Em Newrozê bi navê Zulkuf Gezen pîroz dikin. Newroz pîroz be.”