Berxwedana Strasboûrgê: Erdogan wê rojê nabîne

Greva briçîbûnê ya Strasobûrgê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete roja 79'an. Malbatên şehîdan, dayikan serdana berxwedêran kirin, li dijî gotinên Erdogan helwesta xwe nîşan dan.

Greva birçîbûnê ya 14 berxwedêrên Strasboûrgê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî didome.

Kurdistanî serdana berxwedêrêna dikin, ku êdî berxwedêrên greva birçîbûnê hatine ber rewşa ku gelek nexweşiyên mayinde bi wan re çêbibin. Îro gelek jin, dayikên aştiyê û Hozan Diyar serdana çalakiya Strasboûrgê kirin û destek dane berxwedanê.

Ji ber ku rewşa berxwedêran giran dibe serdanê kurt dom kir, malbatên ku serdana çalakgeran kirin gotin divê gelê Kurd li Ocalan xwedî derbikeve û ew bawer dikin ku faşîzma AKP-MHP'ê wê were hilweşandin.

'HEKE EM AZADIYÊ DIXWAZIN DIVÊ EM BERDÊLAN BIDIN'

Necmettî Er ê ku 2018'an kurê wî Îlona 2018'an li Gabarê şehîd bûyî, got, ''Heke em azadiyê dixwazin divê em berdêlan bidin, em ê bidin''. Er diyar kir berdêla azadiyê giran e û got ew ê sozên ku dane şehîdan bi cih bînin.

'BILA ERDOGAN DILÊ XWE XWEŞ NEKE, EW ROJ NAYÊN'

Dayika gerîla Xanê Yildiz ku ji Elmanyayê hatî got Leyla Guven barê dayikên Kurd û jinan daye ser milan, dayika şehîdan Yildiz baweriya xwe ya bi Ocalan diyar kir, bal kişande esr lîstikên AKP-Erdogon ku bi li bara berxwedanê destûra hevdîneke kurt a bi Ocalan re daye û Guven hatiye berdan.

Li ser gotinên dîktator Erdogan ku ji Kurdan re gotî, ''bicehimin'' jî dayika şehîdan Yildiz got, ''Dibêje, 'bila Kurd biçin Iraqê''. Ew ê wê rojê nebîne. Erdogan bila dilê xwe xweş neke, ti caran wê rojê nabîne''

HOZAN DIYAR: WÊ XEYALÊN WÎ DI GEWRIYA WÎ DE BIMÎNIN

Hozan Diyar ku çalakgeran tenê nahêle, got grevên birçîbûnê berxwedaneke mezin e û ji bo her gava wê hewceyî bi vîneke xurt heye. Hozan Diyar kesên ku pêşengiya berxwedanê dikin slav kir, got, ên ku dixwazin Kurdan û têkoşîna wan tine bikin, 'xeyalên wan ên di gewriya wan de bimîni.''

Diyar kir ku têkoşîna azadiyê bi berdêl û şehîdetên mezin heta bi îro hatiye û bang li her kesî kir li ber xwe bidin.

‘EM JI BO VAN ROJAN DEYNDARÊ OCALAN IN’

Kurdistaniyê bi navê Mûxtar ku ji Parîsê serdana çalakgeran kir axivî û got; “Pêvajoya ku îro tê jiyîn deyndarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Qonaxa ku niha gelê Kurd tê de berê nedihate xeyal kirin. Divê hemû kesên xwedî wijdan xwedî li têkoşînê derbikeve.”

'ŞEHÎD CESARETA ME YA JI BO LÊGERÎNA AZADIYÊ ZÊDE DIKE'

Ji çalakgerên grevê siyasetmedar Mûstafa Sarikaya diyar kir ku şehadetên çêdibin cesareta wan a ji bo azadiyê zêdetir dike û got; “Ji bo netewbûna gelê Kurd şehadet didomin. Êşên ku çêdibin lêgerîna me bihêztir dike. Soza me ya ji bo şehîdan heye û berxwedana li Strasboûrgê bi vê armancê tê kirin. Meşa me, berxwedana me ji bo hevrêbûna şehîdên me ne.”

‘ŞEHÎDAN JÎ HERÎ ZÊDE AZADIYA OCALAN DAXWAZ DIKIRIN’

Sarikaya got, şikandina tecrîda li ser Ocalan û berxwedana ji bo azadiyê, azadiya Kurdistanê ye û wiha domand; “Doza şehîdan doza me ye; lêegerîna wan ya azadiyê lêgerîna me ye. Heta ku em vêya pêk neînin jiyan ji bo me heram e.”

Berxwedana Strasboûrgê di roja 79’an de bi biryardarî didome, îro bi dehan Kurdistaniyên ji Elmanya, Belçîka, Fransa û Swîsreyê hatin serdana çalakgeran.