Berxwedana li Strasboûrgê di roja 97’an de ye
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 97’an de didome.
Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 97’an de didome.
14 çalakgeran di 17’ê Kanûna 2018’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn.
Tendirustiya çalakgeran roj bi roj xerab dibe lê çalakger diyar dikin heta ku tecrîd bişikê wê çalakiya xwe bidomînin.
NÛNERÊN NAV-YEK’Ê JÎ LI STRASBOÛRGÊ BÛN
Çalakiya li Strasboûrgê di roja 97’an de didome.
Di destê sibehê de li ser navê civaka Êzidî ya Elmanyayê NAV-YEK hate serdana çalakgeran. Li ser navê rêveberiya NAV-YEK’ê Yilmaz diyar kir ku wê civaka Êzidî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nekin.
MALBAT Û HEVALÊN ÎKE HAT SERDANA WÊ
Rojnameger Gulistan Îke ya ku ew jî li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye, heval û malbata wê jî hatin serdana wê.
Çalakger ji ber ku tendirustiya wan giran e, di nava rojê de piranî di nav nivînan de ne.