BI DÎMEN

Beriya çalakiya dîrokî ya Strasbourgê civîna gel hat lidarxistin

Li Strasbourgê di çarçoveya xebatên meş û mîtînga dîrokî ya 15’ê civîna gel hat lidarxistin. Di civînê de peyama, “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo, misogeriya azadiya me ye” hat dayîn.

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê di çarçoveya xebatên meş û mîtînga dîrokî ya 15’ê civîna gel hat lidarxistin. Civîna gel a ku ji hêla Komuna Jinê ya Zîn ve li Navenda Civak Kurd a Demokratîk hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Di civînê de li ser misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rûber Apo axaftin hatin kirin.

ARMANC AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Siyasetmedar Cûma Tak bi Kurdî û Tirkî axaftin kir. Cûma Tak diyar kir ku hevrê û dostên Rêber Apo di 10’ê Cormeha 2023’yan de pêngava “Ji Rêber Apor azadî ji pirsgirûka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin û got ku bi pêngava gerdûnî re derbek mezin li pergala tecrîda mutleq hat xistin û wiha got: “Armanca sereke ya gelê Kurd û dostên wan ne tecrîd e, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Cûma Tak li ser hevdîtina Rêber Apo ya bi Omer Ocalan re rawestiya û got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd di Îmraliyê de derbas dibe. Heta ku Rêber Apo azad nebe ne pêkan e ku pêvajoya çareseriyê dest pê bike. Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê şert û mercên Rêber Apo karibe bi awayekî azad bixebite bê afirandin. Şertê vê yê yekem jî bi pêkanîna mafê hêviyê û azadiya Rêber Apo de derbas dibe.”

MEŞ DÎROKÎ DI HEMAN DEMÊ DE DÎROKA HESAP PIRSÎNÊ YE

Tak anî ziman ku meş û mîtînga dîrokî ya ku di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin hesap ji dewleta Tirk pirsîne û banga beşdarbûna meş û mîtîngê li her kesî kir.

Piştî axaftinê, hunermend Sîdar Amedî derket ser dikê û stran got. Civîn bi klaman û gerandina govendê bi dawî bû.