Bayram Namaz li Stûttgartê hate bibîranîn
Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) ku di êrîşeke bombeyî de li Rojava şehîd bû, li bajarê Elmanya Stûttgartê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) ku di êrîşeke bombeyî de li Rojava şehîd bû, li bajarê Elmanya Stûttgartê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Merasîma bibîranînê li Stûttgart Lîlo Hermann hate lidarxistin û nûnerên TKP ML, KJP, FCK, Komaw, TÎPK beşdar bûn.
Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û pitşre Ayten Beçet û Zehra Saglam ên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Adbullah Ocalan çalakiya fedayî kirin û şehîd bûn, hatin bibîranîn.
Di merasîmê de peyama MLKP Kurdistan hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin; “Hedef kirina Baran Serhat ê ku yek ji kadroyên pêşeng ê MLKP ne tesadûf e. Ev êrîş dewama komkujiya Pirsûs ê ye ku dixwazin pira şoreşê ya yekbûya Tirkiye Kurdistanê hilweşînin. Partiya me bi destpêkirina şoreşa Rojava re li eniya pêş cih girt. Ji Kobanê heta Reqa, Minbic, Efrîn li her eniyê li dijî çeteyên hevkarên TC şer kir û şehîd dan. Partiya me di pûçkirina hesabên fetîh ên çeteyên hevkarên TC ya faşîst û mêtînger ên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê de roleke girîng lîst.
Hevrê Baran di 5 salên li Rojava rêbertiya leşkerî, rêxistinbûyînê, politîk û îdeolojiya partiya me meşand. Di perwerdekirina bi dehan hevrêyên keç û xort de cih girt. Ji bo serketina şoreşa Rojava bi aqil, ked, heskirin û coşa şoreşê kar kir. Ji eniyê bezî eniyek din. Xebatên avakirina Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîstan meşand.
Hevrê Baran komunîstekî Kurd ê ji Serhatê bû. Sala 2003’an hate girtin û heta 2006’an di Komîteya Kurdistan a partiya me de cih girt. Rêbertiya xebatên li Bakur kir. Bi berxwedana zindanan a li djî êşkenceyan derket pêş. Hucreyên girtîgehê veguherand dibistanên şoreşê. Piştî ku erka xwe ya şoreşgerî ya li zindanan qedand heta ku roja şehîd bibe jî dîsan endamtiya Komîteya Kurdistanê bû.”
Piştre peyamên TKP ML, KJP, Komaw, TÎKP hatin xwendin û merasîm bi dawî bû.