Bayik: Tifaqa Kurd-Ereb wê rewşa Rojhilata Navîn biguherîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, ku tifaqa Kurd-Ereb wê rewşa Rojhilata Navîn biguherîne û got, "Yekane hêza ku pêşî li xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniya nû bigire, tifaqa Kurd-Ereb e."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bersiv da pirsên rojnameya Al Nahar a li Misrê tê weşandin. Hevpeyvîna ku bi Cemîl Bayik re hatiye kirin wiha ye:

Hûn çalakiyên dema dawî yên îstîxbaratî û leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Iraqê çawa dinirxînin. Bandora vê yekê li PKK'ê û qada leşkerî çi ye?

Rast e, dewleta Tirk êrişî seranserî sînorê Tirkiye-Iraqê dike ku em jê re Herêmên Parastinê yên Medyayê dibêjin, bi balafirên keşfê û şer êrişî qadên gerîla dike û windahî bi gerîla dane. Lê belê ev hemû bi îstîxbarata MÎT'ê nabe. Yekîneyên îstîxbaratê yên ser bi PDK'ê van agahiyan dide, yan jî bi derfetên îstîxbarata PDK'ê û jinedîtî hatina wan ve MÎT hin sîxurên xwe birêxistin dike. Ew jî agahiyan dide MÎT'ê. Bi vî rengî li gerîlayên me dixin. Êrişên bi vî rengî di encama têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re tên kirin. Eger rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê bi MÎT'ê re hevkariyê neke, êrişên bi vî rengî nabe. Bêguman ev êriş bandorê li liv û tevgera me dike. Lê belê me li dijî vê tedbîrên xwe digirin. Ji ber vê yekê li gorî salên derbasbûyî windahiyên me bi komî nabe. Em jî li dijî vê rêbaza êrişê û îstîxbarat û teknîka dijmin, derbasî rêbazeke liv û tevgerê bûne. Gerîla ji xwe bi dehan sal in li dijî teknîka dijmin rêbaza xwe diafirîne û têkoşîna xwe dewam dike.

Li gel operasyonên leşkerî yên beriya 4 mehan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye destpêkirin, Enqere dema dawî li ser medyayê propagandaya wê dike ku PKK di pêvajoya hilweşînê de ye. Li gorî vê yekê, texmîn dikin ku li nava Tirkiyeyê tenê bi sedan endamên PKK'ê mane. Ev îdîa çiqasî rast e? Hejmara hêzên çekdar ên PKK'ê li nava sînorên Tirkiyeyê û derveyî wê çiqase? Eger şer dewam bike gelo hûn ji xwe bawer in ku li dijî artêşa Tirk û hêza wê ya leşkerî, lojîstîk û teknolojîk bi ser bikevin?

Wezîrê Karên Hundir ê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ji sala 2017'an û vir ve dibêje, sala bê wê kes navê PKK'ê jî bilêv neke. Yanî dibêje, em ê biqedînin. Bi dehan sal in her hikumeta ku hate ser desthilatdariyê heman tişt gotin. Artêşa Tirk 6 meh in êriş dike; gerîla jî bi rengekî fedayî li ber xwe dide. Ji bilî çend girên li ser sînorê Tirkiyeyê nekariye bi pêş ve bê. Ji ber ku li pêşberî berxwdana gerîla bêçare ma, dest bi bikaranîna çekên kîmyewî û gazên bi jehr kir. Bi vî rengî bi dehan êrişên bi çekên kîmyewî kir. Bi dehan gerîla bi van çekan şehîd hatin xistin. Artêşa Tirk bi vî rengî hewl dide berxwedanê bişikîne û desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser piyan bihêle. Tayyîp Erdogan fermanê dide ku her cûre çekê bi kar bînin. Bi fikrê ku DYE û Ewropa ku PKK'ê di lîsteya rêxistinên terorê de dihêlin wê dengê xwe nekin, van çekan bi kar tîne.

PKK tevgereke azadiyê ya ji nîv sedsalê ye. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat piştgiriya piraniya Kurdan werdigire. Bi dehan sal in li dijî her cûre zehmetiyan têdikoşe û bi vî rengî xwe gihandiye vê serdemê. Rêbaz û qanûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têkoşîna li hemberî zor û hemetiyan û serketin e. Ji xwe eger li dijî dewleta Tirk bi vê rêbazê têkoşîn neyê meşandin serketin nikare bi dest bê xistin. Lewma tevgerên siyasî hemû yên li derveyî me di demeke kurt de tasfiye bûn.

Divê em vê yekê destnîşan bikin ku herî kêm nîvê şerê qirkirinê yê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan şerê taybet û şerê psîkolojîk e. Niha ev şer girantir kirine. Bi narkotîkê, fûhûşê û sîxurkirinê hewl dide civakê birizîne û îradeya civata me bişikînin. Li aliyê din jî dibêje me li ewqasî xist, ewqas mane. Em berê li gel bi hezaran gerîla li çiyayên Kurdistanê digeriyan. Lê belê ji ber êrişên koordîneyî yên bi balafirên keşfê û balafirên şer em teoriya xwe ya şer guhert. Bêguman gerîla wê li gorî asta çekê di destê dijmin de rêbaza xwe ya şer biguherîne. Ev gelekî xwezayî ye. Ji ber vê yekê me li eyaletan hejmara gerîla kêm kiriye. Ji ber ku li gorî berê, bi rîsk e ku hejmareke zêde ya gerîla li qadekê bê hiştin. Lê belê pîvan ew e ku dema çalakiyeke mezin bû dikare hemû li hev kom bibin û ji hev belav bibin. Êdî bi yekîneyên biçûk tevdigere. Ji xwe dijmin jî bi vê zane. Destpêkê me nekarî rêbaza xwe ya şer zû biguherînin, me hin windahî dan. Lê belê rêbaza şer a nû bi giranî hatiye rûniştandin.

Dewleta Tirk her tim hejmara gerîla herî kêm bi 5 qatî kêm dibêje. Di nava sînorên Tirkiyeyê de zêdeyî 1500 hêzên me yên gerîla hene. Hêzên me yên li herêmên din jî zêdeyî 2500 gerîla ye.

Şerê me ne tenê şerekî leşkerî ye; yan jî ji bo têkbirina îradeya siyasî ya li Tirkiyeyê em tenê têkoşîna leşkerî nameşînin. Bi bandora yekgirtî ya têkoşîna siyasî, civakî, leşkerî, çandî û dîplomatîk wê polîtîkaya qirkirina Kurdan a dewleta Tirk bê têkbirin, armanca Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk, Rojhilata Navîn a Demokratîk bi ser bê xistin.

Dijberên HDP'ê, her wiha bloka muxalefetê HDP'ê sûcdar dikin ku baskê siyasî yê PKK'ê ye li Tirkiyeyê. Hûn têkiliya xwe ya bi HDP'ê re çawa pênase dikin? Gelo ev têkilî organîk e yan jî hûn dikarin vê yekê weke têkiliyekê binirxînin?

Sedemên xwe hene ku HDP an jî partiyên nêzî heman xeta siyasî yên beriya niha weke baskê siyasî yê PKK'ê têne nîşandan. Ev partî bi pêşketina têkoşîna gerîla re ji destpêka salên 1990'î û pê ve piştî serhildanan ava bûn. Gelê ku rabû serhildanê ev partî ava kir. Di nava armancên xwe yên siyasî de azadiya gelê Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê hene. Lewma rêbazên xwe cuda jî bin armancên siyasî yên van partiyan û PKK'ê ji hev dûr nîne. Ji xwe li Tirkiyeyê kîjan tevgera siyasî dijberiyê li PKK'ê neke, ji bo azadiya gelê Kurd têbikoşe ew tevgera siyasî bi PKK'ê re pêwendîdar tê nîşandan. Li Tirkiyeyê yên ku çareseriya pirsgirêka Kurd dixwazin jî weke alîgirê PKK'ê têne sûcdarkirin. Ev partî li aliykî, rewşenbîr, gelek aliyên siyasî, nivîskar û hunermendên li Tirkiyeyê daxwaza demokratîkbûnê dikin bi alîgiriya PKK'ê têne sûcdarkirin. Ji ber ku li gorî wan wê Kurd ji demokratîkbûnê sûdê werbigirin.

Îdîayên li Tirkiyeyê têkildarî HDP'ê tê kirin, li Sûriyeyê ji bo PYD'ê jî tê kirin. Tevî ku li herêmê tenê Moskowa malovaniyê ji nûnertiya PYD'ê re dike, em dibînin ku Rêveberiya Xweser di daxuyaniyên xwe hemûyan de timî Rûsyayê sûcdar dike. Têkiliya PYD, Rêveberiya Xweser a bi Moskowayê re hûn çawa dinirxînin?

PYD partiyeke ku xeta îdeolojîk û felsefîk a Rêber Apo pejirandiye. Ji xwe xwe spartiye karê 20 salan ê Rêber Apo yê li Sûriye, Lubnan û li Rojava û bi vî rengî ava bûye. Kes nikare ji partiyekê bêje ku te çima filan îdeolojî pejirandiye. Bi taybetî jî kes nikare ji partiyeke Kurd re bêje ku tu çima fikrên Abdullah Ocalan dipejirîne. Eger fikrên Rêber Apo îro li nava gelê Erebi li nava gelên Tirkiyeyê bi bandor be, bêguman bandoreke hîn mezintir li Kurdan dike. Îro li cîhanê gelek tevgerên sosyalîst demokratîk, tevgerên jinan, tevgerên ekolojîk sûdê ji fikrên Rêber Apo werdigirin.

 Gelekî xwezayî e ku Rêveberiya Xweser têkiliyê bi her hêzeke siyasî re deyne yên ku êrişî Kurdan nakin û gelê Kurd red nakin. Her wiha têkiliyên bi Rûsyayê re jî gelekî xwezayî ye. Em zanin ku PYD û rêveberiya xweser bi Rûsyayê re xwedî têkiliyane. Rexneyên têkildarî Rûsyayê dibe ku hebin, lê belê em zimanê êrişkar û sûcdariyê ku hûn dibêjin, rast nabînin.

Têkiliyên me yên bi Rûsyayê re carna yekser carna jî neyekser çêbûye. Li gorî têkiliyên Rûsyayê yên bi Tirkiyeyê re diguhere. Pirsgirêka Kurd bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Ji ber vê yekê jî dibe ku têkiliyên me bi her hêzeke bala wan li ser Rojhilata Navîn e hebe yan jî carna em li ber hev rabin. Nêzîkatiyeke me ya neyînî ne ji bo Rûsyayê ne jî ji bo welatekî cuda nîne. Lê belê hin welat hene ku ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bi rengekî neyînî nêzî me dibin. Sedema pirsgirêkên me yên bi DYE û hin welatên Ewropayê ev yek e.

Têkiliyeke me ya organîk bi PYD'ê û rêveberiya xweser re nîne. Lê belê ji ber ku PYD tevgereke bi giranî Kurd e, di nava rêveberiya xweser de jî Kurd hene, bi rengekî xwezayî em nêzî hev in. Li aliyê din gelek fermandrên QSD'ê berê di nava PKK'ê de bûn. Piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat, xwestin ku tevlî têkoşîna siyasî û leşkerî ya li Rojava û Sûriyeyê bibin. Me jî ev yek bi rengekî xwezayî pêşwazî kir. Têkiliyên me di vê astê de ne. Naxwe ti rewşeke me nîne ku em ji wan re bêjin divê bi vî rengî bikin an jî nekin.

Di navbera PKK û Şamê de li gel hişyariya şer a Enqereyê ya salên 1990'î, têkiliyeke xwe ya dîrokî heye. Hûn têkiliyên xwe yên bi Şamê re çawa dinirxînin? Hûn têkiliya Rêveberiya Xweser a bi Şamê re çawa dinirxînin?

Têkiliya PKK'ê ya bi Sûriyeyê re xwedî bingeheke dîrokî ye. Her wiha têkiliya me bi gelê Fîlîstînê û gelê Ereb re jî heye. Em van ji bîr nakin. Em ne tevgereke welê ne ku van ji bîr bikin û bêqîmet bibînin. Têkiliya me ya bi Hafiz Esad û malbata wî re ji nêz û germ bû. Em ne dijberiya Sûriyeyê dikin ne jî dijberiya Esad dikin. Me berê jî têkiliyên xwe li ser bingeha berjewendiyên giştî yên Kurdan û biratiya Kurd-Ereban ava kiribûn. Niha jî em dixwazin di nava têkiliyeke bi vî rengî de bin. Ji ber bûyerên li Rojava diqewimin nêzîkatiyeke sar û neyînî ya rêveberiya Beşar Esad li hemberî me hebe jî em neketin nava heman nêzîkatiyê. Me hewl dan wan fêhm bikin. Em dixwazin ku em jî me fêhm bikin. Me têkiliyên xwe yên bi Şamê re ti carî nebirî; heta ku ew nebirin em ê ti carî nebirin. Me dostaniya Rêber Apo û malbata Esad timî hêja dît. Eger Şam li hemberî me tiştekî neyînî nebêje, bibêje jî ev ê neheq be û nirxandineke sûbjektîf be.

Me timî xwest ku rêveberiya xweser pirsgirêkên xwe bi Şamê re çareser bike. Me hewl da bandora xwe di vê çarçoveyê de bi kar bînin. Ji ber ku çareseriya herî rast lihevkirina rêveberiya xweser bi hikumeta Şamê re ye. Sûriye nikare bibe Sûriyeya beriya sala 2011'an. Wan jî ev qebûl kirine. Bilêvkirina sîstemeke nenavendî deriyê lihevkirina bi rêveberiya xweser re vekiriye. Her wiha gotin ku perwedeya bi Kurdî wê bibe. Eger nêta baş û helwesteke nerm a ji herdu aliyan ve bê kirin, Şam û rêveberiya xweser dikarin di çareseriyekê de li hev bikin. Ya ku bi kêrî Kurdan were jî ev e. Hêza esasî ya ku naxwaze Şam û Sûriye çareseriyê peyda bikin, Tirkiye ye. Ji ber ku ditirse, çareseriyeke bi vî rengî wê sîstema qirker a li Tirkiyeyê bihejîne. Ji ber vê yekê jî êrişî herêmên ku Kurd lê ne dikin. Yekane sedema êrişan bi vî rengî ye.

Em dibihîzin ku Rêveberiya Xweser û Şam dem bi tem hevdîtinan dikin. Em ji vê yekê kêfxweşin. Helwesta me ya di vê mijarê de ew e ku hem rêveberiya xweser hem jî Şamê teşwîq bike. Divê Şam jî rêveberiya xweser jî pêşhukmên xwe deynin aliyekî; Sûriye bi Kurdan dikare xurt bibe. Kurd jî di nava Sûriyeyê de bi bidesxistina mafên xwe yên bingehîn dikare pirsgirêkên xwe çareser bike û bibe yek ji hêzên bingehîn ên Sûriyeyê. Rejîma Sûriyeyê jî zane ku eger Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biketa destê DAÎŞ'ê û çeteyan wê heleb jî, Şam jî biketa. Bi têkoşîna Kurdan, Ereban û Suryaniyan ku Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji DAÎŞ'ê û çeteyan parastin, Şam li ser piyan ma. Tê zanîn ku Kurdên li Helebê jî bi bexwedana xwe Heleb parastine.

Tê gotin ku Emerîka wê hêzên xwe ji Iraqê vekişîne. Li Herêma Kurdistana Iraqê baregehek mezin a leşkerî hate çêkirin. Ev jî tê wateya xurtbûna têkiliyên navbera Washington û Hewlêrê. Ji bo we têkiliya navbera wan pirsgirêke yan na? Ev nêzîkbûna li hev wê bandoreke çawa li we bike? Bi taybetî piştî mirina Celal Talabanî bandora Hewlêrê zêdetir bû, li hemberî vê yekê jî bandora Silêmaniyeyê kêm bû.

DYE bi teknîka li ber dest êdî li herêmekê bi hêzeke kêm dikare bandora xwe dewam bike. Ji ber vê yekê jî pêwîstî pê namîne ku hêzeke mezin li Iraqê bihêle. Ji xwe li Başûrê Kurdistanê baregeheke mezin ava dike. Bi hezên li vê derê dikare dest li her devera Iraqê werde. Avakirina baregeheke leşkerî ya DYE'yê li qada di bin kontrola PDK'ê de dibe ku ji bo me xwedî bandoreke neyînî be. Ji xwe PDK niha hevkariyê ji êrişên Tirkiyeyê re dike. Bi dorpêçkirina gelek qadên gerîla re pêşî li artêşa Tirk vedike ku hîn bêhtir şer bike. DYE hêzeke NATO'yê ye; artêşa Tirk jî. Li aliyê din PDK hebûna baregeha DYE'yê ya li herêma xwe weke hêzeke zextê li ser PKK'ê bi kar tîne. Ji ber ku em baş zanin ku PDK di têkiliyên navneteweyî de li dijî PKK'ê dixebite.

Neraste ku mirov bêje piştî Celal Talabanî bandora Hewlêrê zêdetir bûye. Ya rast Hewlêr ji aliyê siyasî ve lawaz bûye. Hêza ku têkiliya herî zêde pê re heye Tirkiye ye. Ya ku wan digihîne hev jî dijberiya li PKK'ê ye. Li nava YNK'ê dagirtina valahiya Celal Talabanî ne hêsan e. Lê belê di nava civakê de PDK'ê ev valahî danegirtiye. Silêmaniye û derdora wê xwedî nasnameyeke dîrokî ye. Ev karakter PDK'ê qebûl nake. Bêguman pirsgirêkên li nava YNK'ê bandoreke neyînî li wan dike. Tê fêhmkirin ku piştî lîderên xurt pirsgirêkên bi vî rengî rû bidin. Bi dîtina me wê bi demê re ev pêvajo çareser bibe. Ji ber ku pêwîstiya Kurdan bi kevneşopiyeke siyasî ya Silêmaniye û derdora wê heye. Li Başûrê Kurdistanê nifşekî yê xwedî fikrê demokratîk û azadîparêz derdikeve holê. Kevneşopiya li Silêmaniye û derdora wê wê bi nifşên nû re ji aliyê siyasî ve hîn bi bandor be.

Ji ber zextên ku Tirkiyeyê li ser Bexda û Hewlêrê kir em bûn şahid ku PKK ji hinek herêmên Bakurê Iraqê vekişiya û hinek hêzên xwe yên li vir bir pêşmerge û Haşdî Şabiyê guherand.  Ev tê wateya ku hêza we ya li Qendîl û li herêmên çiyayî yên li ser sînorê Tirkiye û Îranê qels dibe?

Ji ber zextên ku Tirkiyeyê li ser Bexda û Hewlêrê kiriye, em ji tu derê venekişiyane. Çima nirxandineke wisa hatiye kirin, em nizanin. Li Şengalê hêzên me yên leşkerî hebû. Gerîlayên HPG’ê piştî ku hêzên Êzidî YBŞ û YJŞ’ê perwerde kir, di 1’ê Nîsana 2018’an de ji Şengalê vekişiyan. Ji bo perwerdehiyê pir kêm kes mabûn, ew jî piştre vekişiyan. Gerîla tu der ji Haşdî Şabî û pêşmergeyan re nehiştiye. Piştî ku HPG vekişyia hêzên leşkerî yên Êzidî ji bo parastina qadên xwe ji hin cihan vekişiyane. Artêşa Iraqê ketiye van deran. Jixwe piştî ku DAÎŞ ji qadê hate avêtin Haşdî Şabî ketibû hinek deran. PDK propagandayê dike ku PKK û hêza leşkerî ya Êzidiyan YBŞ bi Haşdî Şabiyê re di nav têkiliyê de ne; DYE û hinek hêzan  teşwîqî tevgereke li dijî PKK û YBŞ’ê dikin. Ev tişt tu eleqeya wan bi rastiyê tune.

Dema ku DAÎŞ’ê êriş kir hêzên gerîla ji bo parastina Kerkuk, Hewlêr û Mexmûrê û heke êrişek were ji bo parastina Duhokê çûye van qadan. Gerîla pêşiya vî tiştî biriye ku Hewlêr û Kerkuk nekeve destê DAÎŞ’ê. Piştre gav bi gav ev hêzên xwe vekişandiye. Li hinek deran ji ber îxtîmala êrişa DAÎŞ’ê hinek hêz hiştiye. 

Berxwedana dîrokî ya 6 mehên dawîn, hêz û hebûna me ya li van qadan daniye holê. Di meha Sibatê de dewleta Tirk xwest têkeve Garê û derbeke giran xwar. Jixwe Erdogan bi xwe got em bi ser neketine û li vê têkçûna xwe mikur hatin. 

Hêza me ya xurt a li Qendîlê ji aliyê hemû kesan tê zanîn. Li vê qadê li tu dereke nêzî Îranê çeperek jî nehatiye berdan. Jixwe Qendîl her dem wekî hedef tê nîşandan. Hebûna me ya li sêgoşeya Tirkiye, Îran û Iraqê didome. Tirkiye 2 sal in bi piştgiriya PDK’ê dest daniye ser hin girên nêzî sînor. Li ser sînorên din Îranê jî hêza me ya leşkerî tune. Tê zanîn ku hêzên PJAK’ê yên rêxistina Rojhilatê Kurdistanê ne, hêzeke cihê ne. 

Siyaseta Bîden a li hemberî Kurdan heta niha zelal nebû. Moskova û Şam dixwaze hemû hêzên biyan ên li Sûriyeyê vekişin. Em dizanin ku PKK jî li vir e. Gelo hûn xwe di nav wan hêzên de dibînin ku divê ji Sûriyeyê derkevin? Hûn ê ji Sûriyeyê derkevin?

Daxwazeke divê hemû hêzên biyan ên li Sûriyeyê vekişin, daxwazeke rewa ye. Em bawer in di nava demê de wê ev tişt pêk were. Hêza herî biyanî û dagirker jî Tirkiye ye. Tirkiyeyê gelek qad dagir kiriye. Heke konjokturê jî guncav bibînin wê hinek qadan wekî Hayatê dagir bikin.

Dema ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn hate kirin me beşeke hêzên xwe yên leşkerî yên li Tirkiyeyê şand Kobanê. Bi sedan û hezaran ciwan ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xwe ji ser têlan avêtin û çûn Rojava. Di têkçûna DAÎŞ’ê de roleke girîng lîstin. Bi hezaran ji wan birîndar bûn û şehîd bûn. Piştî têkçûna DAÎŞ’ê ji xeynî yên xwestin li wir bimînin, me hêza xwe ya leşkerî vekişand. Ew der jî welat û axa Kurdan e. Li bajarên Kurdan dimînin, di nav xweparastina Kurdan de cih digirin. Em nikarin ji wan re bi darê zorê bibêjin werin.  Me hêzên girêdayî HPG’ê vekişand û xwest werin. Hinek jê mane. Heke hûn dipirsin ku hûn ê wan vekişînin, êdî rewşa ku em talîmatê bidin wan tune. Îradeya wan heye, ew bi xwe dizanin. 

PKK wekî partiyeke Marksîst tê pênasekirin lê ji aliyê din ve di îdeolojiya xwe de hinek guhertin kir. Ji doza bi heq a gelêKurd derbasî doza demokrasî û biratiyê bû. Çareseriya partiyê îro bi hebûna DYE ya li Sûriyeyê têkiliya xwe heye. Ji bo vî tiştî fikra we çi ye, hûn ê nirxandineke çawa bikin?

Rast e ku PKK di destpêkirina xwe de partiyeke Marksîst e. Lê beriya ku Sowyet ji hev belav bibe, Rêber rexne li sosyalîzma reel dikir. Piştî nîveka salên 1980’î ev rexneyên xwe zêdetir kir. Di sala 1990’an de di kongreya 4’emîn de ev rexne zêdetir kir. Rêber Apo bal bir ser vî tiştî ku di hilweşandina Reel Sosyalîzmê de rola nirxandin û tespîtên şaş ên îdeolojîk û teorîk ên Marks, Engels û Lenîn jî hene. Bi lêhûrbûnên di dîlbûnê de, ev tezên xwe di çarçoveyeke îdeolojîk û teorîk û paradîgmayê de bi cih kiriye.  Heke îro Rêber Apo xeteke xurt a sosyalîstbûna demokratîk bi dest xistibe, tevkariya girîng a fikrên wî hene. Lê Rêber Apo ew derbas kirine. Bi hinek aliyên xwe rexne li tezên wan şa ên îdeolojîk û teorîk girtiye. Ji ber vê jî mirov Rêber Apo û PKK’ê wekî Marksîst pênase bike, wê tu rastiyê îfade neke û cihê xwe negire. Heke wê pênaseyek were kirin, em jê re bibêjin Apozîm, em ê rastiyê bêtir îfade bikin. 

Rêber Apo dewlet û sosyalîzmê wekî tiştên dijber nîşan dide. Dewlet wekî amûra serweran di dîrokê de cih girtiye. Divê êdî rêveberiyên demokratîk û bê dewlet derkevin holê. Jixwe bal tê birin ser vî tiştî ku azadiya jinan wê ji azadiya neteweyî û çînî girîngtir encamên dîrokî derxîne holê. Fikrên wî yên di warê ekolojiyê de jî balkêş in. 

Wî bawerî vî tiştî aniye ku azadiya Kurdan wê bi demokratîkbûna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê pêk were.  Bi feraseta Neteweya Demokratîk û bi teza biratiya gelan li ser vî tiştî disekine. Ji vî alî ve ne ku dev ji doza mafdar a Kurdan berde, lê nêzikbûna wî ev e ku awayê bidestxistina mafan di feraseta netewe dewletê de nabîne.

Çareseriya ku em li Sûriyeyê pêşniyaz dikin û li gorî me rast e, ne girêdayî hebûna DYE ya li wir e, girêdayî lihevkirina Sûriye û Rêveberiya Xweser e. Hebûn, nêzikbûna siyasî û pêşniyazên Rêveberiya Xweser, tê wateya lihevkirina li Sûriyeyê. Li Sûriyeyê ne israra di tiştên berê de û ne jî bi nêzikbûna çeteyên ku Tirkiye alîkariyê didin wan wê aştî û îstîkrar pêk neyê. Lihevkirina Sûriye û Rêveberiya Xweser, wê bibe çareseriya ku hemû Sûriyeyî qebûl bikin. 

We berê jî diyar kiribû ku DYE di navbera we û Tirkiyeyê de qasidiyê dike. Piştî ku DYE hûn, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan xist lîsteya kesên li wan tê gerandin û ji bo girtina we xelat eşkere kir, vê pêşniyaza we hê jî didome?

Têkiliyên DYE û Tirkiyeyê baş in. Li ser Tirkiyeyê bandora wan heye. Heke bixwazin dikarin ji bo çareseriyê roleke erênî pêk bînin. Ji ber vê jî pêşniyaza me ya ku DYE dikare qasidiyê bike, didome. Heke DYE roleke wisa ya qasidiyê pêk bîne, wê ev tişt were wateya ku fikra xwe ya li ser PKK’ê guherandiye. Heke bibe qasid wê biryara wê ya li ser me, bêwate bibe. Ji ber ku wê di navbera  rêveberiya ku her sê hevalên me jî tê de ne û Tirkiyeyê de bibe qasid.  Dikare yekser di navbera Rêber Apo û Tirkiyeyê de jî bibe qasid. Bi Tirkî gotinek heye dibêje, armanc xwarina tiriyan e ne ku mirov li rezvan bide. Ji ber ku di dîlbûna Rêbertita me de welatekî xwedî rol e, em ji DYE dixwazin ku bila lêborîna xwe bixwaze. DYE bi vê lêborînê dikare tevkariyê li çareseriya doza Kurdan bike. Lêborînxwestineke wisa wê lêborînxwestina herî rast be. 

Li gorî we wê li Sûriyeyê li qedera Rojhilatê Firatê çawa be? Daxwazên PKK’ê yên di vî warî de çi ne?

PKK alîgirê yekparetiya Sûriyeyê ye. Kurd li qadên ku lê ne bibin xwediyê xwerêveberî û xweseriya demokratîk. Qebûlkirina perwerdehiya bi Kurdî wê li ser esasê aadiya fikr û rêxistinkirinê, wê pirsgirêka demokrasî û rêveberiya herêmî çareser bike. Jixwe parastin, dîplomasî, aboriya giştî wê di bin berpirsyariya rêveberiya giştî ya Sûriyeyê de be. Heke rêveberiya herêmî ziman, çand, perwerdehî, tendirustî, xizmetên şaredariyê û ewlekariya hundirîn bigire ser milê xwe, ev tişt wê Sûriyeyê qels neke, berevajî wê ew ê xurttir bike. Sûriyeya Demokratîk a ku Ereb, Kurd, Suryan, Ermen, Elewî, Sunnî, Durzî û hemû gel û baweriyên din karibin xwe îfade bikin, wê li Rojhilata Navîn bibe mînak. Dîrok û rastiya civakî ya Sûriyeyê xwedî potansiyel û hêza roleke wisa ye. 

Em bawer dikin ku tifaqa Kurd û Ereban a li Sûriyeyê, wê ji bo Ereb û Kurdan jî dîrokeke nû bide destpêkirin. Sûriye li ser vî tiştî ava bûye. Divê tifaqa Kurd û Ereban were parastin û ev tişt li her derê were kirin.  Ereb jî Kurd jî wê wisa xurt bibin. 

Heke li Tirkiye di demeke nêzik de eşkere bike ku ew vegeriyaye pêvajoya çareseriyê wê helwesta we çawa be?  Ji bo Kurdên li Tirkiyeyê hûn çareseriyeke çawa dixwazin?

Tirkiye heta niha di wateyeke rastîn de neket nav pêvajoya diyalogê. Desthilatdariya AKP’ê xwest sûdê ji sekinandina şer berde, ji bo ku desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêle û xurt bike, polîtîkaya eglekirinê meşand. Me jî raya giştî ya vê pêvajoyê amade dikir û em ketin nav hewldana ku em desthilatdariya AKP’ê û dewletê têkeve nav pêvajoya çareseriyê. Lê hemû hewldanên me nekarî gavan bi desthilatdariya AKP’ê û dewletê bide avêtin.  Dema ku dîtin gelê Kurd di gelek warî de xurt bû, vê carê Plana Çokdanînê amade kirin û dest bi êrişan kirin. A niha jî hemû armanca wan tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Dizanin ku ji xeynî şer nikarin desthilatdariya xwe li ser pêyan bihêlin. Ji ber vê jî AKP vî şerî wê nede sekinandin û wê nekeve pêvajoya diyalogê. Bêguman heke bibêjin em ê şer bidin sekinandin, girtiyên siyasî berdin, bi diyalogê pirsgirêkê çareser bikin, vê pirsgirêkê bibin meclîsê û çareser bikin, em ê jî bersiveke erênî bidin.

Di pirsgirêka Kurdan de lêgerîna me ya çareseriyê ya wekî dewlet û dewletokan tune. Rêber Apo gelek caran ji bo xweseriya demokratîk nexşerê pêşkêş kir. Formula dewlet+demokrasî pêşniyaz kir. Dibe ku dewlet li Kurdistanê hebe. Lê divê demokrasiya gelê Kurd, xweseriya demokratîk û xwerêveberiya gelê Kurd jî were naskirin.  Divê hebûna Kurdan di makeqanûnê de were misogerkirin, li ser vî esasî li ser bingeha azadiya ziman, çand û nasnameyê divê xwerêveberî were naskirin. Em ji bo yekparetiya Tirkiyeyê û ji bo fikarên wê yên di warê siyasî de ji holê rakin, em ê dikarin li hev bikin. Lihevkirina me ya Tirkiyeyeke dixwaze demokratîk bibe, wê ne zehmet be. 

Tê gotin car caran di navbera kadroyên çepgir ên di nav partiyê de û kadroyên lîberal ên sempatîzanê Rojava û DYE têkoşînek tê kirin. Di heman demê de tê gotin di navbera endamên komîteya serokatiyê ya ku rêveberiya jor a partiyê ye, cihêtiyên mezin heye. Sedema van cihêtiyan çi ye? Ev rewş ji bo bingeha partiyê, pêkanîn û domandina wê çi qasî xetere ye? 

Çavkaniya nûçeyên wisa dewleta Tirk e. Di tevgereke siyasî de ya li ser xeta Rêber Apo de bêdengkirina fikrên cihê û yekdengî tune. Bêguman xeteke îdeolojîk û siyasî heye. Lê di warê pratîkê de fikrên cihê derdikevin holê.  Rewşeke wisa tuneye ku em Rojava bi rê ve bibin. Di nav rêveberiya Rojava de, di nav meseleyên pratîk de heke fikrên cihê hein, ev nayê wateya ku di navbera wan de pirsgirêk heye. Em ne bawer in li Rojava ji xeynî xeta îdeolojîk û polîtîk a Rêber Apo de fikreke îdeolojîk û siyasî were parastin. Gel, ciwan û jinên Rojava girêdayî Rêber Apo ne. Ev girêdan û hêz her cure meyla şaş wê rast bike. Di hin kadroyên Rojava de meylên şaş hebe jî ne mumkun e ku ev tişt bandorê li rewşa giştî bike û ev tişt bibe fikra siyasî ya giştî. Em hin fikrên cihê wekî tiştekî bi xisar nabînin. Heke fikra hemû kesan wekî hev e, li wir polîtîka û fikr bi pêş ve naçe. Li Rojava di meseleyên cihê de heke fikrên wan ên cihê hebe, ev tişt wan eleqedar dike. Lê heta niha cihêtiya fikran a ku dikare bibe pirsgirêkeke mezin, negihiştiye me. 

Komîteya Rêveber a PKK’ê, Konseya Rêveber a KCK’ê, rêveberiyên PAJK û KJK’ê, rêveberiya ciwanan û Biryargeha Navenda Parastina gel hêza me ya rêveberiyê ye. Ev saziyên rêxistinkirinê, xwedî berpirsyarî ne. Her rêxistin civîna xe dike, li gorî qada xwe ya xebatê biryaran distîne. Biryarên siyasî ji aliyê rêveberiyên KCK û KJK’ê tên stendin û dikevin pratîkê. Fikrên cihê di civînên PKK, PAJK, KCK û KJK’ê de tê nîqaşkirin, ya ku dibe biryar ji aliyê avadaniyên me yên rêxistinê tên pêkanîn. Di warê pêkanîna xeta îdeolojîk û polîtîk de, em nabêjin bila tu fikrên cihê tunebe . Her fikr di civînan de bi hêsanî tê gotin û biryareke hevpar tê dayîn.  Heke di warê xeta îdeolojîk û polîtîk de, cihêtiya fikran hebe, ew dibe veqetandin lê ji bo tevgera me rewşeke wisa tune. Her heval girêdayî xeta îdeolojîk û polîtîk a Rêber Apo ye. Di dokumanên Rêber Apo de yên ku di nava 23 salan de amade kiriye, xeta îdeolojîk û polîtîk zelal e. Hêzên derve dixwazin di nav PKK’ê de tiştên wisa bibînin, dewleta Tirk vî tiştî dixwaze. Lê PKK bi qasî 50 sal in tecrubeya wê ya rêveberiyê heye. Xwedî hêza rêveberî û îradeya çareserkirina her cure pirsgirêkan e. 

Polîtîkayên 10 salên dawî yên desthilatdariya AKP'ê kir ku gelek paytextên Ereb ên berê PKK red dikirin û Enqere dibin dijminê hev. Gelo partiya we PKK ji bo dagirtina vê valahiyê wê nikaribe têkiliyeke hîn germtir bi van paytextan re deyne?

Em tevlî vê rexneya we dibin. Me tifaqa Ereb-Kurd ji xwe re kir armanc. Ev yek jî her carê bilêv kir. Me perspektîfa vê hem ji karên dîplomasiyê hem jî ji yekîneyên pêwendîdar re ragihand. Hin pêşketin çêbûn. Lê belê bi qasî derfetan û firsendan pêşketinek nehate afirandin. Ji bo tifaqa Kurd-Ereb zemîneke xurt a dîrokî heye. Rêber Apo dema li Lubnan, Sûriye û Rojava bû di vê mijarê de bingeheke xurt afirand. Niha jî kir xwedî çarçoveyeke teorîk. Me nekarî vê zemînê baş bi kar bînin. Lê belê welatên Ereb jî têkiliya Kurd-Ereban û tifaqa wan bi têrkerî girîng nedîtin. Li Iraqê çareseriya pirsgirêka Kurd di asteke girîng de pêk hat. Em di wê baweriyê de ne ku wê li Sûriyeyê jî pêk were. Ev jî ew zemînin ku wê tifaqa Kurd-Ereb xurt bike. Ji bilî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ti ajandayeke me ya veşartî nîne. Em lêgerînên li dewletê rast nabînin ku zemînê dide şer û pirsgirêkên nava gelan. Em ji xwe re dikin esas ku li ser bingeha demokratîkbûnê ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke mayinde û bi ewle peyda bikin. Li gorî me avakirina jiyaneke demokratîk û azad divê di nava avakirina dewletê û destnîşankirina sînoran de neyê dîtin.

Bêguman hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê di xurtkirina yekîtiya Kurd-Ereban de em dixwazin hêzên siyasî yên Kurd hîn çalak bin. Kurd jî, Bexda û Şam jî bila nêzîkatiyên neteweperest ên teng ji holê rakin. Ji ber ku bingeha tifaqa Kurd-Ereb di serî de li Iraq û Sûriyeyê tê danîn. Ev jî wê rewşa Rojhilata Navîn biguherîne.

Yekane hêza ku pêşî li xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniya nû bigire, tifaqa Kurd-Ereb e. Polîtîkayên 19 salan ên desthilatdariya AKP-MHP'ê ev rastî nîşanî Kurdan û gelên Ereb daye.