Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya AvEG-Konê ya li Kolnê ya Elmanyayê îro kete roja 5'an.
Di roja çaran a grevê de li ser rista grevên birçîbûnê ya di nav têkoşînê de forûmek hate çêkirin.
Çalakgeran li deverên cuda yên bajêr belavok belav kirin, serdanvan pêşwazî kirin, seriyeke dane CDU'yê, dosyayek dan û têkilî greva birçîbûnê ya Leyla Guven agahî dan.
Piştre dosyayek dane rojnameya Kolner Rundschau.
HDK Koln û Nav-Dem di roja çaran de jî berxwedêr tenê nehiştin.
Di roja 4'an de bi ciwanên Elman re forûmek hate danîn. Di forûmê de rista grevên birçîbûnê ya di têkoşînê de hate gotin û hate axaftin bê ka ciwanên Ewopayê di vê demê de dikarin çi bikin.
Kurdistaniyan berêvarkî ji bo salvgera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek kirin û serdana kon kirin.
ERDOGAN TÊK DIÇE
Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk, rojbûna Ocalan pîroz kir, bal kişande ser giringiya têkoşîna yekbûyî ya li dijî rejîma faşîst a Erdogan û hate goitn, berxwedana li dijî tecrîdê bi teqezî wê bi ser bikeve.
Selçûk diyar kir, dawiya Erdogan nêz dibe û got, 5'ê Nîsanê, saet 18.00'an di mîtînga greva birçîbûnê de wê têkilî qonaxên piştî niha berxwedanê daxuyaniyê bidin.
Li ser navê SKB'ê Zeynep Dîren jî bang li jin û ciwanan kir ku tevlî nav berxwedanê bibin û got ew ê li dijî tecrîdê berxwedanê geş bikin.
SAET 18.00'AN MÎTÎNG HEYE
Îro saet 18.00'an wê mîtîngek were kirin û wê li ser qonaxên piştî niha ya greva birçîbûnê ya 5 rojan agahî werin parvekirin.