Şoreşa Rojava li Viyana û Munîhê hate pîrozkirin

7’emîn salvegera Şoreşa Rojava li paytexta Ewûstûrya Viyana û bajarê Elmanya Munîhê hate pîroz kirin.

Pîrozbahî ji aliyê Komîsyona PYD-Viyana ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê Kurdistanî û dostên wan ên Ewropî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre sînevîzyona hate nîşandan. Piştre li ser navê PYD’ê axaftin hate kirin. Di axaftinan de qala girîngiya Şoreşa Rojava hate kirin.

Di pîrozbahiyê de gefên dagirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk jî hate şermezar kirin. Piştre koma muzikê ya Rojava derkete ser dikê û pîrozbahî bidawî bû.

Li bajarê Elmanya Munihê bi heman armancê ji aliyê NCDK’ê ve pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de qala girîngiya Şoreşa Rojava û encamên wê hate kirin. Li aliyê din êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê hate şermezar kirin. Pîrozbahî bi guhdarkirina stranan bidawî bû.