Şideta li jinê li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê şideta li jinê hate protestokirin.

Çalakiya 12’emîn a ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel ve hahte kirin, saet 17:00’an li Konîg-Heînrîchplatzê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de alên TJK-E û pankartên ku şideta li jinê protesto dikin hatin hildan. Di çalakiyê de Amara Tolhildan axivî û diyar kir ku demê dawî cînayetên li ser jinê li Tirkiyeyê zêdetir bûne.

Tolhildan anî ziman ku tevgera azadiyê, gelê Kurd û jin wê bi rêxistin û xweparastinê bersiva pêwîst bide vê hişmendiya destdirêj a mêtinger.

Di çalakiyê de aktivîstên SKB’ê jî axivîn.

Çalakî bi bana tevlîbûnê ya ji bo çalakiya ku wê 25’ê Tîrmehê li Konîg-Heînrîchplatzê bê kirin bi dawî bû.