Şewata li Sardûnyayê dewam dike: 10 hezar hektar şewitî

Li girava Sardûnya ya Îtalyayê şewata li daristanê dewam dike. Heta niha qadeke ji 10 hezar hektarî şewitiye. Şewat ji ber bê belav dibe.

Li girava Sardûnya ya Îtalyayê, şewata ku li herêma Orîstanoyê dest pê kir, dewam dike. Heta niha qadeke ji 10 hezar hektarî şewitî. Şewat ji ber bê belav dibe.

Li navçeya Cûglîeriyê ji ber şewatê 400 kesî malên xwe terikandin. Şewat piştre gihîşt gundên derdorê. Beşek mezin a xwediyê mal, zevî, çîftlik an jî heywanan, her tiştên xwe ji dest dane.

Serokê herêmê Chrîstiyan Solînas ji dewletê daxwaza alîkariya aborî ya lezgîn kir. Heta niha 7500 kes, 27 balafir û 13 helîkopter hewl didin şewatê vemirînin.