'Dewleta Tirk wê li Heftanînê bifetise'

Ji berxwedêrên Heftanînê Rizgar Welat destnîşan kir ku li Heftanînê şerê gerîla hînê nû dest pê kiriye û got, "Dewleta Tirk wê li Heftanînê bifetise."

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê dewam dikin. Rizgar Welat ku di destpêka operasyona dagirkeriyê de hat Heftanînê, diyar kir ku dewleta Tirk ji bo vê operasyonê derfetên xwe yên teknîkê bi her awayî xistiye dewrê. Welat ragihand ku gerîla jî bi rengekî amade li ber vê operasyona dagirkeriyê rabûne û got, "Amadekariyên hevalên me di asta herî bilind de bûn. Li her qada Heftanînê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Belê şehadetên me jî çêbûn, lê belê ne di wê astê de ku dijmin texmîn dike. Gerîla bi rengekî profesyonel tevlî şer bû. Hem ji aliyê çalakiyên li dijî dijmin ve hem jî di mijara xweparastinê de amadekariyeke baş kiribûn."

Welat li ser derfetên leşkerî yên dewleta Tirk ji bo operasyonê xistiye dewrê agahî da û got, "Aliyekî operasyonê bikaranîna teknîka hewayî ye. Ji aliyê bejahî ve jî yên bi giranî tevdigerin, cerdevanên li aliyê dijmin in. Leşkeran newêrî vê bikin. Yên ji bejahî ve êriş dikin bi giranî çete ne."

GERÎLA LI HER DEVERA HEFTANÎNÊ NE

Welat ji aliyê bereya gerîla ve rewşa li Heftanînê jî nirxand û got, "Rast e dewleta Tirk xwe gihandiye ser hin giran, lê belê ne mîna ku dijmin propaganda dike ku tevahiya Heftanînê girtiye. Berevajî, gerîla li her devera Heftanînê hene û li ber xwe didin. Li dijî dijmin çalakiyên xurt tên kirin. Di asta profesyonel de bi taktîkên gelekî dewlemend li dijî dijmin çalakî tên kirin.

Moralê dijmin têk dibin. Tirseke mezin ketiye dilê dijmin. Ew li bendê bûn ku di destpêka operasyonê de gerîla lawaz bikin, li newalan dorpêç bikin û ji Heftanînê derxînin. Lê belê berevajî propagandayên wan ên li televîzyonan, heval li wir man. Rojane li dijî hêzên Tirk çalakiyan dikin. Li dijî teknîka dijmin jî xwe diparêzin."

HATIN LÊ BELÊ ÇÛYÎNA WAN WÊ NEHÊSAN BE

Welat destnîşan kir ku şerê gerîla wê hêz û motîvasyona dijmin têk bibe û got, "Dewleta Tirk wê li Heftanînê bifetise. Şer dibe ku demeke dirêj bidome. Dewleta Tirk wê windahiyên giran li wir bide, wê lêçûneke mezin bikin, lê belê wê nikaribin bi ser bikevin. Bi wergirtina çend giran, bi keşfê, hêza hewayî û teknîkê wê nikaribin li ser Heftanînê serwer bin. Ji bo careke din li ser Kurdistanê planên bi vî rengî neke, Heftanîn wê bibe goristana dewleta Tirk, wê li wir bifetise û îradeya wan li wir têk biçe."

Welat bal kişand ser çavkaniya berxwedanê ya gerîla û got, "Bêguman çavkaniya bingehîn a berxwedanê Rêber Apo ye, fikrên wî ne, gelê me yê welatparêz e, hezkirina gel e, hezkirina welat û xakê ye. Li Heftanînê şerê gerîla yê li dijî dewleta Tirk hînê nû dest pê dike. Tirk hatin, lê belê derketina wan wê nehêsan be."