Şêniyên Silêmaniyeyê bi xurtî tevlî kampanyayê dibin

Kampanyaya îmzeyan a bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftanîn de hatibû destpêkirin dewam dike.

Di çarçoveya "Pêngava Seferberiya Heftanîn" de bi dirûşma "Ji bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkerî BIRÛXÎNE" yek ji gavên hatibûn avêtin Kampanyaya îmzeyan a derxistina dagirkeran a ji xaka Başûr bû.

Jin ên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngavê de îro li navçeya Bazyan a Silêmaniyê dest bi îmzekomkirinê kirine. Gel eleqeyek pir zêde nîşanî kampanyayê dide û îmzeyên xwe li binê kampanyayê dadinin.

Tevî ku sibehê li vê navçeyê dest bi îmzeyan hatiye kirin heta niha 700 îmze hatiye berhevkirin û hê jî dewam e.

Dîsa wê li navenda Silêmanî dîsa Şarezûr, Helebçe, Çemçemal, Germiyan, Kelar û Ranya û hwd. destpê bikin. Ji xwe li Binarê Qendîlê jî ciwanan dest bi kampanyayê kiriye.