Şehîdên Rojava li Hannoverê hatin bibîranîn

Şehîd Yûsûf Gulo û neviyên wî yên di encama êrişa 9’ê Mijdarê ya dewleta Tirk şehîd bûn, şehîd Pîro Torî û Bawer Botan ku ji ber şewba koronayê şehîd bûn li Hannover hatin bibîr anîn.

Li bajarê Hannover a Elmanya ji bo bîranîna 3 şehîdên Qamişloyê Yûsûf Gulo û neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo ku 9’ê Mijdarê di encama êrişa balafirê bêmirov û bi çek yê dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn û Pîro Torî û Bawer Botan ku di 5’ê Mijdarê ji ber şewba koronayê şehîd bûn, merasîmek hat lidarxistin.

Salona merasîmê bi wêneyên şehîdan û wêneyên 11 şervanên ji malbata Gulo ku berê şehîd bûbûn ve hat xemildandin.

Di merasîmê de bi dehan Kurdistanî û dostên wê amade bûn.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtinê ve destpêkir. Piştre axaftin hatin kirin.

Dayika Şehîd Mazmlûm ku bi rêya telefonê tevlê merasîmê bû bibîr xist ku wan heya niha di oxira azadiyê de 14 şehîd dane û got: “Ger ku pêwîst be em amade ne bi hezarên din jî bidin. Ev êrişa nemerdane ya dewleta Tirk di rastiyê de nîşan dide bê ka çiqasê lewaz û bêçare ne. Ez bang li hemû gelê me dikim; Êzidî, Misilman û Sûriyaniyê wê em hemû bibin yek û yekgirtî bin. Bila ti kes nebe qurbaniyê xiyanetê, bila xwîna kurê min bibe xwîna dawî ya dirije. Û em li wir soz didin Rêber Apo û şehîdan; berdêlê wê çi dibe bila bibe, em heya dawiya dozê têbikoşin û bidomînin.”

Endameka din a malbata Gulo Emel Gulo jî anî ziman: “Îro malbata mala Gulo, malbateke ku bi caran rû bi rûyê xiyanetê bûye. Û malbateke ku di her xiyanetê de berdêl û şehîd daye. Di bersiva wan de tim girêdana xwe ya ya bi vê dozê û bîrdoziya Rêber Apo, seknên xwe yên serî li hemberî tu hêzî natewîne nîşan dane. Ji ber vê bûne armancê dewletê Tirk yê nemerd û hevkarên wê. Em li vê derê bang li îxanetkaran dikin; werin ji vê rêyî wegerin. Destên xwe deynin ser wijdanê xwe, wegerin û binêrin ku xwîna we rijandî ya xwîşk û birayên we ne. Werin û bi van xakan, vî gelî û vê têkoşînê girêdayî bimînin.”

Di merasîmê de her wiha li ser navê malbatê Şehîd Pîro Torî, Mehmet Beşîr jî axaftinek kir.

Piştî axaftinan sînevîzyona ku ji bo şehîd Yûsûf û malbata Gulo û şehîdên din hatibû amadekirin hate nîşan dan.

Her wiha di merasîmê de Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd ên Sûriyê Salih Gedo, endama KOMAW’ê Heval Alî, li ser navê NAV-DEM Hannoverê Xoşnav Ata û li ser navê NAV-YEK Şêx Loqman û Şêx Huseyîn jî her yek axaftinek kir.

Piştî axaftinan hin dîmenên Şehîd Yûsûf hatin nîşan dan.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.