Şehîdên Meha Gulanê û Serhedê li Marsîlyayê hatin bibîranîn
Şehîd Rosîda Bawer û Bager Baz yên ku meha Nîsanê li Serhedê şehîd bibûn û Şehîdên Meha Gulanê, li Marsîlyayê bi çalakiyeke girseryî hatin bibîranîn.
Şehîd Rosîda Bawer û Bager Baz yên ku meha Nîsanê li Serhedê şehîd bibûn û Şehîdên Meha Gulanê, li Marsîlyayê bi çalakiyeke girseryî hatin bibîranîn.
Ji bo Şehîd Rosîda Bawer (Belgîn Guven) a di 25’ê Nîsana 2023’an de li Serhedê Şehîd bibû û Bager Baz (Orhan Kalabalik) ê di 16’ê Nîsanê de şehîd bibû û Şehîdên Meha Gulanê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) a bajarê Marsîya yê Fransayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê destpê kir. Li ser navê Malbatên Şehîdan Erhan K. axaftina vekirinê kir û got: “Divê gelê me û bi taybet em malbatên şehîdan îro têkoşînê mezin bikin. Em îro li çiyayên Kurdistanê her roj şehîdan didin. Divê em her roj ji bo wan dengê xwe bilind bikin.”
Piştre li ser navê DKTM a Marsîlyayê axaftin hat kirin û ev tişt hatin gotin: “Em gelê Kurd ê welatparêz hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Ronahiya me rê nîşa me didin û dihêle ku em roj bi roj gavên xurtit ber bi azadiyê ve biavêjin. Em Kurdên li Ewropayê dijîn, di wê baweriyê de ne ku em ê têkoşîna xwe mezin bikin û bi ser bikevin.”
Di axaftina li ser navê malbata Rosîda Bawer de hat diyarkirin ku her şehîdek sedema mezinkirina têkoşînê ye.
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyonên li ser Şehîd Rosîda Bawer, Bager Baz û Şehîdên Meha Gulanê bi dawî bû.