BI DÎMEN

Şehîdên 14’ê Tîrmehê li Kolnê hatin bibîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li Kolnê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN 14'Ê TÎRMEHÊ

Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5’an a Amedê li dijî êşkence û pêkanînên dijmirovî qadroyên pêşeng ên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek “Rojiya Mirinê ya Mezin” dabûn destpêkirin. Bi boneya 42’yemîn salvegera berxwedana “Rojiya Mirinê ya Mezin” berxwedêr li bajarê Koln ê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Bîranîn bi pêşengiya KOMAW’ê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) hate lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyê berxwedêran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Di bîranînê li ser nave KOMAW’ê axaftin hatin kirin. Kemal Ataş ê ligel berxwedêran di Girtîgeha Amedê de maye axivî û bal kişand bi ser berxwedana Şehîdên 14’ê Tîrmehê ya di zindanê de.

Di bîranînê de sînevîzyona li ser şehîdan hate pêşandan. Piştre Hunermend Comert helbest xwendin.

Bîranîn bi dirûşneyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.