Şehîd li Sydneyê hatin bibîranîn

Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê fermandarê HPG’ê Îbrahîm Çoban û endamê Koordînasyona Êzidî û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Îsmaîl Ozden û endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb hatin bibîranîn.

Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê fermandarê HPG’ê Îbrahîm Çoban (Atakan Mahîr) û endamê Koordînasyona Êzidî û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Îsmaîl Ozden (Mam Zekî Şengalî) û endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) hatin bibîranîn.

Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li bîranînê Hevserokê ADKTF’ê Îsmet Taştan û hevberdevka NCKD Tîmûr Xerzan axivîn.

Ji hevserokên Meclîsa Gel a Şengalê Rihan Hici bi rêya Skeype tevlî bîranînê bû.

Hicî got: “Bang li gelê xwe yên Êzidî yên tevahî cîhanê dikin; divê li her qada lê ji bo Şengalê rabin ser xwe û xwedî li Şengalê derkevin. Divê em bibin ye. Ev xeyala Mam Zekî bû.”

Di dawiya bîranînê de belgefilmek li ser jiyan û têkoşîna Şengalî hatibû amadekirin hate nîşandan.