Şaredariya Nurnbergê serdana Xelîl kir

Rêvebera Buroya Mafê Mirovan a Şaredariya Nurnbergê Martîna Mîttenhûber serdana Şiyar Xelîl ê li bajarê Nûrnberg ê Elmanyayê li dijî tecrîdê 56 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Şiyar Xelîl a li bajarê Nûrnberg ê Elmanyayê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 54’an de dewam e.

Xelîl ê li Mala Gel a Medya çalakiya xwe didomîne, Rêvebera Buroya Mafê Mirovan a Şaredariya Nurnbergê Martîna Mîttenhûber serdana wî kir

Mîttenhûber a li ser tenduristiya Xelîl agahî girt, demekê bi aktivîstê Kurd re sobhet kir. Xelîl ê tevî giraniya rewşa wî lê bibiryardarî çalakiya xwe didomîne. Xelîl anî ziman ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiyê kiriye.

Xelîl diyar kir ku ji bo bidawîkirina şerê li hemberî Kurdan divê siyasetmedarên li Ewropa û saziyên civaka sivîl zextê li dewleta Tirk bike.

Li gel Rêvebera Buroya Mafê Mirovan a Şaredariya Nurnbergê Martîna Mîttenhûber endamên Yekîtiya Aşiyê ya li Kurdistanê jî di serdanê de cih girtin. Aktivîstên Kurd û Elman ên anîn ziman ku tim bi Xelîl re di nava piştevaniyê de bin, pasiyên xwe pêşkêşî Mîttenhûber a ji serdanê kirin.