Şanoya derewan a îtîrafkaran

Doza siyasetmedar û welatparêzên Kurd ên ku li Stûttgartê tên darizanin bû wekî zincîreya skandalan. Parêzeran diyar kirin ku hin belge teslîmî wan nayê kirin û bi fikar in ku ev delîl û belge ji holê werin rakirin.

Di doza li Stuttgartê ya li dijî siyasetvan û welatparêzên Kurd de derket holê ku gelek belgeyên ji bo parastinê lazim nedane parêzerên Kurdistaniyan. Di nava wan de qeydên îfadeya îtîrafkar jî hene ku jixwe ji ber wan ev siyasetvan û welatparêzên Kurd hatine girtin.

Parêzer gumanê dikin ku hin belge û delîl hatibin windakirin yan jî ser wan hatibe girtin.

Îfadeyên îtîrafkar Ridvan O. esasê dozê pêk tînin, lê îfadeyên îtîrafkarî li dadgehê hev negirtin. Ridvan O. bi xwe pêşniyazî polîs kiriye ku di ber mafê îqametê yê li Elmanyayê de bibe îtîrafkar. Ha vî kesê hanê îdîa kiribû ku hatiye revandin, lê kesê ku wî îdîa dikir, ew revandiye li hola dadgehê nas nekir. Bi ser halan di rûniştina dozê ya pêncemê de wî got, ji bilî kesên wî navê wan dayî, ti kesî din di bûyera revandinê de nebûye, lê heman rojê piştî bi çend deqîqeyan wî got, kesên bi maske hebûne. Derewa wî li wir jî nema xwe gihand ezmanan, xebero ev kesên bi maske ji rêxistina Ewrûpa ya TAK´ê bûne.

Siyasetvanên Kurd Veysel S., Agit K., Evrîm A. û Ozkan T. girtî ne, beşdarî dadgehê bûn. Cihan A. yê negirtî jî li dadgehê amade bû. Siyasetvanên Kurd ên pêncşemê û înê (doh) li hola Hepsa Stammheimê tevlî rûniştinan bûn, kelepçekirî anîn holê û herçî Veysel S. ye, destê wî ji pişt ve kelepçekirî anîn holê.

DOSYEYÊN ÎFADEYAN LI KU NE?

Parêzerê Veysel S.´yê Martin Heiming got, nayê fêmkirin ka çima îfadeya Ridvan O. di dosya dozê de nîne û hîna nû derketiye holê ku îfade winda ye.

Parêzera Ozkan T. Antonia Von der Behrens jî got, gelek belge kêm in û ew ji bo parastina muwekîlên wan pirr girîng in.

Parêzera Evrim Atmaca, Franziska Nedelmann jî bi bîr xist ku îtîrafkar Ridvan O. di dozên Salih K. û Şemsettin B. de timî îfadeyên bi nakok dane û xwest îfadeya îtîrafkar bê tomarkirin. Lê li ser îtîraza dozger ev daxwaz hat redkirin.

Parêzer Martin Heiming wekî din da zanîn ku mafê wan ê doza kesê pispor ji bo diyarkirina rastî yan derewbûna îfadeya îtîrafkarî hîna heye.

ÎTÎRAFKAR LI XWE MIKUR HAT

Îtîrafkar Ridvan O.  li xwe mukir hat, ji bo ku agahiyan bide îstîxbaratê ew ketiye nava xebatên Kurdan. Îtîrafkar Ridvan O, gava ku li kampa penaberan a Achernê bûye, xwestiye peywendiyê dayne bi îstîxbarat û polîsê Elman re. Li ser vê ew birine Pforsheimê û xistine nav karên rêxistinî yên Kurdan.