Şandeyek ji Rêveberiya Xweser li Fransayê ye

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê li Fransayê danûstandinan dike.

Di şandeyê de ku serdana Parîsê kirî Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Hemdan El Ebîd û Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa hazir in.

Rayedarên Rêveberiya Xweser û Serokê Komîsyona Karê Derve ya Parlamentoyê Jean-Luuîs Bourlanges li ser geşedanên siyasî yên herêmê dan û standin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê Bourlanges bi pesindarî behsa pergala Bakur-Rojhilatê Sûriyê kiriye, diyar kiriye li gel têkoşîna di nav şertên zor û zehmet de jî pergaleke demokratîk û wekheviyê ya li ser kêmar, dîn û wekheviya zayendî hatiye avakirin.

Bourlanges her wiha zilma li ser Kurdan a dîrokê vegotiye, Kurd ji bo pergaleke demokratîk, aram û mafê her kesî mîsogerkirî bi roleke girîng rabûne.

Li gorî Hemdan El EBîd jî piştî ku bal kişandiye ser têkoşîna dijî DAÎŞ'ê, gotiye, ''Fransa di serî de bi roleke çalak rabûye û helwesteke zelal daniye holê. Destek da têkoşîna dijî terorê ya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê.''

Ebîd her wiha ji bo desteka Fransa û hikûmetê ya li projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk malavayî lê kir.

Mistefa jî rewşa Reqayê vegot û got, ''Ji bo ku gel vegere ser xaka xwe divê şertên hewce werin danîn.''