BI DÎMEN

Şandeya Tensîq û pêkhateyên Şengalê li Bexdayê ne: Divê Iraq rê nede dewleta Tirk

Şandeya ku ji Mîr Nayîf, Desteya Aşayîr, şandeya oldar û Koordînasyona hêz û pêkhateyan pêk tê, li paytexta Iraqê Bexdayê rêze hevdîtin pêk anîn û daxwazên civaka Şengalê pêşkeşî rayedarên Iraqê kirin.

ŞANDEYA ŞENGALÊ LI BEXDAYÊ YE

Tê payîn ku Serokkomarê dewleta Tirk Tayyîp Erdogan di 22'yê Nîsanê de serdana paytexta Iraqê Bexdayê bike û gelek mijaran guftûgobikin. Ev hatina Erdogan di nava civaka Êzidî de bû cihê nerazîbûn û nîqaşan. Lewma ji tevahiya pêkhateyên Şengalê serdana paytexta Iraqê kirin û bi Emîndarê Giştî yê Esayîp Ehliheq Qeyîz El Xesealî û Serokê Tevgera Babilyûn Reyan Elkildanî re hevdîtin kirin.

Heyeta bi Serkêşiya Mîr Nayîf, Desteya Eşayîr û oldaran bi Emîndarê giştî yê Esayîp Ehliheq re hevdîtin kir û li ser van mijaran nîqaş hate kirin; 

1- Hatina Erdogan nakeve berjewendiyê dewleta Iraqê de.

2-Dewleta Iraqê divê qada xwe ya hewayî ji dewleta Tirk re bigire.

3-Rêdayîna PDK'ê ya ji dewleta Tirk re ku axa Iraqê dagir bike.

4- Îdara Şengalê ji gelê Şengalê be û tu kes destwerdanê têde neke.

5-Bi zûtirin dem vegeriyana koçberan li ser cih û warên wan.

6-Bila bes civaka Êzidî bibe qurbaniya siyaseta di navbera hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê de û dawî anîna li peymana 9'ê Cotmehê.

7- Nûnerê serokwezîrê Iraqê Xelef Şengalî di kar û barê Êzidiyan de bi şiklekî cidî nûnertiya Êzidiyan nake, lê belê girêdayî aliyek siyasiye û hemû karî di xizmeta wan de di hêle.

Her wiha şandeya ku ji Koordinasyona hêz û pêkhateyên Şengalê, Desteya Eşayîr û Nûnerê Şîîa yê Şengalê li ser heman mijarê bi Serokê Tevgera Babilyon Reyan Elkildanî re jî hevdîtin kirin.

Di nava van hevdîtinan de soza xwe ya bi Civaka Êzidî re dan ku wê her tim li kêleka wan bin.

Di derbarê hevdîtinan de Mîr Nayîf ji ANF’ê re axivî û got: ''Heya ku ev planên navnetewî û êrişên hewayî li ser Şengalê hebin em ê jî dest ji hevdîtinên xwe bernedin.

Di roja me ya îro de gelê me bi fikare, ji ber ku di vê dema dawî de gelek plan û lîstokên qirêj li ser gelê me têne meşandin, armanca me ji van hevdîtinan jî ew e ku em rewşa gelê xwe û van planan bi her kesê xwe berpirsiyar dibîne re nîqaş û gotûbêj bikin.”

‘DEWLETA TIRK DIJMINATIYA ÊZIDIYAN DIKE’

Nayîf da xuyakirin ku dewleta Tirk û hin hevkarên wê dixwazin bi hinceta PKK'ê careke din Êzidiyan qir bikin û got: “Lê ev zêdeyî 100 sal in dewleta Tirk dijminatiya Êzidiyan dike û hemû fermanê li ser civaka Êzidî ji aliyên wan û kalikê wan ê Osmaniyan ve hatine.

Di yekem hevdîtina xwe de me ji emîndarê giştî yê Esayîp Ehliheq Qeyis Elqezelî re got, pêwîste dewleta Iraqê nekevê xefikên dewleta Tirk. Di 22'yê Nîsanê de wê serokê dewleta Tirk serdana Bexdayê bike divê Hikûmeta Iraqê wê derfetê nede Erdogan ku karibe axa Iraqê dagir bike û êrîşî serweriya axa Iraqê bike.''

Hevdîtinên Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê, Desteya Eşayîr û Oldaran dewam dikin.