Şahîn Amed û Zana Med li Bernê hatin bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Abdulah Kaya (Zana Med) û ji fermandarên YPG’ê Mehmet Balcik (Şahîn Amed), li Berna Swîsreyê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Ji fermandarên YPG’ê Mehmet Balcik (Zana Amed) ê ku 11’ê Tîrmehê li Hesekê şehîd di encama krîza dil de şehîd bûyî û gerîlayê HPG’ê Abdulah Kaya (Zana Med) ê ku 27’ê Tîmeha 2019 li herêma Margeyîk a girêkdayî navçeya Dêrsimê yê ku di encama şerê operasyona artêşa dagirker a Tirk de şehîd bûyî li Bernê hatin bîranîn.

Çalakiya bîranînê ya ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Bernê hatî lidarxistin, xizmên Şahîn Amed û Zana Med û gelek kesên din tevlî bûn.

Di civîna bîranînê de, di kesayeta Mehmet Balçik û Abdulah Kaya de, ji bo hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê rêz hate girtin.

Piştî axaftina destpêkê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Swîsreyê ve hate kirin, derbarê jiyana Şahîn Amed û Zana Med a di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de sînevîzyon hate pêşandan.

Di civînê de, xizmên Balcik ên li Swîsreyê, Nûnera PYD’ê a Ewrûpayê Zozan Dêrik û Hevserokê CDK a Ewrûpayê Alî Şîmşek jî bal kişandin ser giringiya şehîdan. Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.