Îtalyanan li Strasboûrgê bang kirin: Em li dijî tecrîdê tevbigeri

Îtalyan û Kurdên ku li Strasboûrgê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê diyar kirin ku li dijî tecrîda li ser Ocalan divê li her dera cîhanê mirov têkevin nav hewldanan.

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 111 roj berê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Ji gelek welatên Ewropayê Kurd û dostên wan hatin serdana berxwedêrên greva birçîbûnê.

7 jê Îtalyan, 32 kes hatin serdana çalakgeran û piştgiriya xwe diyar kirin.

TARGETTÎ: TECRÎD ÊŞKENCEYEKE GIRTÎGEHÊ YE

Endamê Koordînasyona Hevgirtinê ya Toscana Kurdistanê Sandro Targettî ji ANF’ê re axivî. Targetttî got: “Tecrîda li girtîgehan nayê qebûlkirin. Ev êşkence ye. Tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin, ji ber ku Ocalan têkoşîna gelê Kurd temsîl dike. Divê piştgiriya ji bo rejîma Erdogan were sekinandin. Divê kes çekan nefiroşin rejîma Erdogan.”

Endama Rete Sardegna Kurdistan, Gîan Lûîgî Deînana jî got:“Beriya her tiştî divê tecrîd were rakirin. Ji ber vê jî ez bang li saziyên Ewropayê dikin. Ji bo rakirina vê tecrîdê, çi ji destê wan tê, divê bikin.”

Berdevkê Buroya Enfermasyonê ya Kurdistanê ya li Romayê Yilmaz Orkan jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê

Îro ji bajarên Freîbûrg, Lûdwîgshafen û Lubeckê yên Elmanyayê gelek Kurd û dostên wan hatin serdana çalakgeran.

Endama Komîteya Hevgirtina Kurdistanê ya Îskoçyayê Sarah Glynn jî hate Strasboûrgê û çavdêriyên xwe yên li ser çalakiyê ji bo çapemeniya Îrlandayê kir nûçe.