Îrlanda, Spanya û Norwêcê dewleta Fîlîstînê nas kirin, Îsraîl bi hêrs e

Biryara Spanya, Norwêc û Îrlandayê ya ji bo naskirina dewleta Fîlîstînê ji 28'ê Gulanê roja Sêşemê û pê ve dikeve meriyetê. Îsraîl bi hêrs e.

Madrîd, Dûblîn û Osloyê roja Sêşemê bi rengekî fermî Dewleta Fîlîstînê nas kirin. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez anî ziman ku ev naskirin ji bo 'pêkhatina aştiya' navbera Îsraîlî û Fîlîstîniyan 'pêwîstî' bû û ji bo gelê Fîlîstînê 'pirsgirêkeke edaletê ya dîrokî' bû.

Lîderê sosyalîst bi dema herêmî saet di 09:30'î beriya destpêkirina civîna Desteya Wezîran bi zimanên Spanî û Îngilîzî daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku ev biryar 'li dijî kesî, li dijî Îsraîlê' nehatiye wergirtin.

Biryara naskirinê hefteya derbasbûyî roja Çarşemê ji aliyê Sanchez û hempîşeyên wî yên Îrlandayî û Norwêcî ve bi koordîneyî hate ragihandin û ji 28'ê Gulanê roja Sêşemê û pê ve dikeve meriyetê.

Tê payin ku hikumeta Îrlandayê jî ji bo erêkirina vê biryarê vê sibehê li hev kom bibe.

Norwêcê jî roja Yekşemê notayek da Serokwezîrê nû yê Fîlîstînê Mûhammed Mûstafa ku piştrast kir ku biryar ketiye meriyetê.

Tê gotin, ev hewldana sê welatên Ewropayê ku du jê endamên Yekîtiya Ewropayê ne xwedî bandoreke xurt a sembolîk e û wê dewletên din jî teşwîq bike ku tevlî biryarê bibin.

Işaret bi rola Norwêc û Spanyayê ya li pêvajoya aştiyê ya salên 1990'î ya li Rojhilata Navîn tê kirin. Madrîdê beriya Peymana Oslo ya 1993'an bi du salan di sala 1991'ê de malovanî ji konferansa aştiyê ya Ereb-Îsraîlê re kiribû.

DI NAVA YEKÎTIYA EWROPAYÊ DE NÊRÎNÊN CUDA

Tê payin ku Slovenya jî di demeke nêz de dewleta Fîlîstînê nas bike. Mijar di nava Yekîtiya Ewropayê de bûye cihê nêrînên cuda. dewletên endam ên mîna Fransayê di wê baweriyê de ye ku ev yek di demeke rast de nîne. Elmanya jî diyar dike ku naskirin tenê piştî danûstandinên navbera herdu aliyan dikare pêk were.

145 WELATAN NAS KIRINE

Li gorî jimartineke ji aliyê Rêveberiya Fîlîstînê ve hatiye kirin, tevî Spanya, Îrlanda û Norwêcê, ji 193 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî heta niha 145 welatan dewleta Fîlîstînê nas kirne. Di lîsteyê de prianiya welatên rojavayê Ewropayê û bakurê Emerîkayê, her wiha Awûstralya, Japonya û Koreya Başûr nînin.

Heta niha Swêd welatê yekemîn bû ku di sala 2014'an de dewleta Fîlîstînê nas kiribû. Komara Çekê, Macaristan, Polonya, Bûlgaristan, Romanya û Qibris beriya ku tevlî Yekîtiya Ewropayê bibin nas kiribûn.

Biryara Madrîd, Dûblîn û Osloyê ya hefteya derbasbûyî li Îsraîlê bû sedema nerazîbûnê. Tansiyon rojên dawî hîn bilindtir bû.

ÎSRAÎL BI HÊRS E

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz roja Duşemê li dijî Madrîdê 'tedbîrên cezakirinê' wergirt û qedexe kir ku Konsolosxaneya Spanyayê ya li Qûdsê ji 1'ê Hezîranê û pê ve xizmetê nede Fîlîstîniyan.