BI DÎMEN

Êrîşên li ser çanda Kurdî li Duîsburgê hat protestokirin

Êrîşên li ser çanda Kurdî li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê bi çalakiyekî hatin protestokirin.

Gelek Kurdistaniyên ku li ser banga DKTM’ê Duîsburgê di saet 18:00’an de li navenda Duîsburgê li hev civiyan, êrîşên li ser çanda Kurdî protesto kirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hat dayîn û hate diyarkirin ku li Tirkiyeyê li ser nivîsên Kurdî, stranên Kurdî, kesên govend digerînin, li dawetan û hunermendan êrîş hene û wiha hate gotin: “Em îro ji bo ku dengê gelê Kurdistanê ku di tevahiya dîrokê de xwedî çandeke dewlemend û dîrokeke bi kok e, bidin bihîstin li vir in. Dewleta Tirk bi qedexekirina ziman, çand û muzîka gelê Kurd, hewl dide vê mîrateya bi nirx tune bike. Mafê her gelî heye ku çanda xwe zindî bihêle û ji bo nifşên nû biparêze. Em di wê baweriyê de ne ku divê Kurd jî ji van mafan bêpar nemînin. Muzîka Kurdî ne tenê amûra kêfxweşiyê ye, di heman demê de îfadeyeke ku dîrok, êş, kêfxweşî û hêviyên gelekî raber dike. Qdexekirina vê muzîkê bêdengkirina dengê gelekî û înkarkirina hebûna wê ye. Em li dijî van zextan dengê xwe bilind dikin û neheqiyên li dijî çand û muzîka Kurdî protesto dikin.”

Ciwanên ku li ber stranan govend gerandin, gelek caran dirûşme berzkirin û dewleta Tirk protesto kirin.  

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.