Êrîşên dewleta Tirk li Kîelê hate protestokirin

Êrîşên dagirker û faşîzan ên dewleta Tirk li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên li ser girtiyên siyasî, destdirêjiya li ser jin û zarokan bi çalakiyekê hatin protesto kirin.

Çalakiya ku gelê Kurd û dostên wan tevlî bû, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên QSD, YPG û YPJ’ê, dîsa dowîzên bi zimanên Kurdî û Elmanî li ser hatibûn nivîsîn hatin hildan.

Di axftinên hatin kirin de hate gotin ku Erdogan û çeteyê wî her ku winda dike êrîşî Kurdan dike û dixwaze tolê hilîne. Hate diyarkirin ku divê li dijî destdirêjî û destavêtina jin û zarokan ên demê dawî her kes dengê xwe bilind bike.

Hate destnîşankirin ku êrîşên zayendî û dest dirêjiya li ser jin û zarokann siyaseta qetilkirinê ye.

Çalakî bi dirûşmên ‘Qatil Erdogan’, ‘Terorîst Erdogan’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Bexwedana Heftanîn’, ‘Bijî Gerîla’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.