Êrîşên dewleta Tirk li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li ser banga NCDK’ê li Konigstr Kûthorê li hev civiyan.

Di mîtîngê de serokê NCDK’ê Niyazî Oztaş û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hate kirin. Di axaftinan  de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a li dijî Kurd û demokratên Tirkiyeyê zêde bûye û banga geşkirina têkoşîna şoreşgerî hate kirin.

Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê qatil’, ‘Erdoganê terorîst’, ‘Bijî berxwedana rojava’, ‘Bijî berxwedana Heftanînê’ hate berzkirin.