Êrîşên dagirkeriyê li ber NY’yê ya li Kopenhagê hate protestokirin
Bi çalakiyekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dayî despêkirin, li Kopenhag a paytexta Danîmarkayê hate protestokirin.
Bi çalakiyekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dayî despêkirin, li Kopenhag a paytexta Danîmarkayê hate protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastina Medyayê dayî destpêkirin, bi çalakiyekê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Kopenhag a paytexta Danîmarkayê hate protestokirin.
Çalakiya ku bi banga Meclisa Jinê ya Sêvê saet 14:00’an hate lidarxistin. Li ser navê Kurdistaniyan derbarê êrîşan dosyayek radestî rayedarên NY’ê hate kirin.
Di dosyayê de hate diyarkirin ku piştevanî û destûra Yekitiya Ewropa, DYE û NATO’yê nebe dewleta Tirk êrîş nake.
Di çalakiyê de axaftvanan anî ziman ku dewleta Tirk careke din faşîzma xwe bi êrîşên dagirkirin û qirkirinê da nîşandan.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.