Êrîşeke din a dagirkeriyê, dîsa xeta Berlîn-Enqere
Piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê, serdana Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Nancy Faeser a li Enqereyê bal kişand.
Piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê, serdana Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Nancy Faeser a li Enqereyê bal kişand.
Rayedarên dewleta Elman beriya konseptên êrîşa li dijî Kurdan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser parçeyên din ên Kurdistanê, weke salên dawî, careke din bi rejîma AKP-MHP’ê re ketin nava danûstandinan. Wezîra Karên Hundir a Elman Nancy Faeser, piştî ku dewleta Tirk di 19’ê Mijdara 2022’an de êrîşên nû yên dagirkeriyê li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk anî, roja Duşemê çûbû Enqereyê.
Ji aliyê din ve jî wê Feyser rojek beriya destpêkirina êrîşên dagirkeriyê ji bo serdaneke fermî ya du rojan biçe Tirkiyeyê; di 18'ê Mijdarê de ji çapemeniyê re hat ragihandin. Faeser ku wê bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu re hevdîtinê pêk bîne, diyar kir ku di serî de li ser mijarên "têkoşîna li dijî terorê", "ewlehî" û rêwîtiya koçberên qaçax wê were rojevê.
Faeser rojek beriya destpêkirina êrîşên dagirkeriyê di 18’ê Mijdarê de ji çapemeniyê re ragihandibû ku wê ji bo serdaneke fermî ya du rojan biçe Tirkiyeyê. Hate ragihandin ku di hevdîtina Faeser de wê bi Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû re hevdîtinê pêk bîne. Her wiha hate diyar kirin ku bi taybetî di mijarên "têkoşîna li dijî terorê", "ewlehî" û rêwîtiya koçberên nefermî de wê hevkariya navbera her du welatan bikeve rojevê.
GELO JI BO HILBIJARTINÊ WÊ BAZIRGANIYÊN NÛ BIKIN?
Hate hînbûn ku herî dawî di meha Çileyê de Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu û Faeser bi rêya telekonferansê hevdîtin pêk anîne û pêvajoya dengdana li Elmanyayê ya ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê û xebatên hilbijartinê yên AKP'ê ketibû rojevê. Beriya hilbijartinên giştî yên sala bê yên li Tirkiyeyê, hat diyarkirin ku AKP’ê ji bo bi rehetî kampanyayên li Elmanyayê bimeşîne, wê bi rêveberiya Berlînê re bikeve nava bazirganiyê.
Ji ber ku derket holê ku desthilatdariya AKP-MHP’ê di rojên borî de li mizgeftên DÎTÎB’ê yên Elmanyayê propagandaya hilbijartinê dikir. Her wiha nameyên bi îmzeya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî ji welatiyên Tirk ên li Elmanyayê dijîn re hatin şandin.
Beriya referanduma sala 2017’ê li Almanyayê ku dengdêrên ku dikaribûn dengê xwe bidin hilbijartinên Tirkiyê, pir zêde bû, partiyên din bi taybetî jî AKPê ji bo xebatên hilbijartinê qedexe kiribûn û ev rewş bû sedema krîzê di navbera her du welatan de. Beriya referanduma 2017’an, li Emanyayê, ku hilbijêrên ku dikaribûn dengê xwe bidin hilbijartinên Tirkiyê pir qelebalix bû, xebatên hilbijartinê yên partiyên din bi taybet AKP’ê hatibû qedexekirin û ev rewş di navbera her du welatan de bû sedema krîzê.
LI BERLÎNÊ HIŞYARIYEKE ‘NERM’
Di vê navberê de, di saetên ku Wezîra Karên Hundir Nancy Faeser diçû Enqereyê, ji rêveberiya Berlînê der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de hişyariyeke "nerm" hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Christopher Burger got, “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî rêgez tevbigere û hiqûqa navneteweyî li ber çavan bigire. Bi hemû aktorên din re em bang li Tirkiyeyê dikin ku tu çalakiyên ku aloziya heyî li Bakurê Sûriyeyê û Iraqê kûrtir bike, dûr bisekine. "
Lê li aliyê din berdevk Burger ku piştgirî da hinceta êrîşa Taksîmê ya ku dewleta Tirk ji bo êrîşên dagirkeriyê pêk anî kir û wiha got: "Hikûmeta Elman di vê êrîşê de nîşaneyên berpirsiyariya PKK'ê an jî komên nêzî PKK'ê bi awayekî pir cidî digire dest. Lê belê li gorî xala 51’emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî, mafê xweparastinê mafê hilanîna tolê nagire nava xwe."
Berevajî Berdevkê Wezareta Karên Derve, kesayetên navdar ên Partiya Keskan ku yek ji hevkarên hikûmeta Elman a bi pêşengiya Olaf Scholz e, xwestin êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin û diyar kirin ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Bangek bi heman rengî ji Partiya Çep a mûxalefetê jî hat.
BERIYA ÊRÎŞAN HER DEM ELMANYA DI ROJEVÊ DE YE
Di pêvajoyên krîtîk ên konsepta tinekirinê de ku beriya niha li ser gelê Kurd hatibû ferzkirin, Elmanya bi trafîka xwe ya dîplomatîk a bi dewleta Tirk re derket pêş. Di payîza 2015’an de dema ku konsepta şer a li ser bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê ket meriyetê, Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel çû qesra Erdogan û bi awayekî samîmî poz da. Serdana Merkel a ku bi hilbijartinên 1'ê Mijdarê re hevdem bû, di heman demê de tê wateya desteka vekirî ya ji bo tifaqa AKP-MHP'ê jî.
Di rojên destpêkê yên sala 2018’an de ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe re amadekariya êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê dikir, Wezîrê Karên Derve Sîgmar Gabrîel ê wê demê, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mewlûd Çavûşoglû vexwend bajarê xwe û civînek dirêj li dar xist. Pozên samîmî yên herdu ku balê dikişand, Gabriel bi xwe di hevdîtinê de çay dadigirt.
Di nîvê Cotmeha 2019’an de, di rojên ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê zêde kir de, vê carê Wezîrê Karên Derve yê Elman Heîko Maas çû Enqereyê û bi wezîrên rejîma AKP-MHP’ê re pozên samîmî dan. Maas ê ku çû qesra Erdogan jî, îfadeyên ku hewl da êrîşa dagirkeriyê rewa bike bi kar anî.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar ku di 2’yê Sibata 2021’an da hatibû paytexta Elmanya Berlînê bi hempîşeyê xwe ya Elmanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer re hevdîtineke demdirêj kiribû. Piştî Hewlêr û Baxdayê tercîha Akar a çûyîna Berlînê jî bal kişand. Bi qasî 10 rojan piştî vê serdanê, di 13’ê Sibata 2021’an de artêşa Tirk êrîşeke berfireh li dijî herêma Garê ku yek ji qadên esasî yên gerîlayên Azadiya Kurdistanê ye, pêk anî. Li aliyê din Hikûmeta Elman naveroka hevdîtina bi Akar re eşkere nekir û pirsên Partiya Çep weke “sirên dewletê” bi nav kir.