Polîsên Elmanyayê êrîşî meşa dirêj a Mannheîmê kiribû û di êrîşê de ciwanê bi navê Alî Çetîn birîndar bûbû.
Çetîn got ku “Li dijî meşa me, ji mêj ve hewldanên provokasyonê hebû. Di meşê de polîsên Elmanyayê di cihekî talde de êrîşî me kirin. Ne bi tenê meşa me, Weşanxaneya Mezopotamyayê jî bûye hedef. Ev jî diyar dike ku tecrîda li ser Rêbertî çiqasî kûr e.”
‘HETA KU EZ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛM, ÊRÎŞ KIRIN’
Alî Çetîn got ku “Di dema derbkirinê de helwesta polîs û bijîşkên Elmanyayê gelekî enterasan bû. Wan digotin ‘Ev der Elmanya ye, polîs karê xwe dikin’ Dema ku dora me girtin, min nexweşiya xwe ji wan re got. Min got, nexweşiya epîlepsiyê bi min re heye. Bijîşk anîn ba min. Bijîşk wekî polîsan nêzî min dibû. Piştre ez birim paş û ji ber derbkirina wan ez ji ser hişê xwe çûm. Pozê hevalekî me yê çalakger şikest, gelek hevalên min birîndar bûn. Me dît ku dewleta Elmanyayê, ferqa wê ji dewleta Tirk tune. Lê em jî diyar dikin ku, wê berxwedana me bidome û heta ku tecrîd were şikandin em ê çalakiyên xwe bidomînin.”