Çalakiyên ji bo Şengalê: Bila statuya Şengalê were naskirin
Li Ewropayê çalakî hatin kirin û cangoriyên qetlîama Şengalê hatin bîranîn. Di çalakiyan de hate xwestin bila statuya Şengalê were naskirin.
Li Ewropayê çalakî hatin kirin û cangoriyên qetlîama Şengalê hatin bîranîn. Di çalakiyan de hate xwestin bila statuya Şengalê were naskirin.
PARÎS
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye bi banga TJK-F’yê li Qada Repûplîqûeyê çalakiyek hate kirin û qetlîama Şengalê hate protestokirin.
Di çalakiyê de dovîz û pankartên ji bo naskirina qirkirina Êzidiyan hate hildan û hate xwestin statuya xweser a Şengalê were naskirin.
Li ser navê CDK-F’yê Mûrat Ceylan axivî û got “Di şexsê civaka Êzidî de ya ku 74 caran qetlîam li ser wê hatiye kirin, li ser gelê Kurd 74 caran qetlîam hatiye kirin. Me dîktator Erdogan û şirîkê wê PDK ji bîr nekir, ev feraset îro jî xwe li Enqere û Konyayê û li qadên gerîla xwe dide der lê divê hemû kes bizanibe ku berxwedana me didome û Apoyî wê têk neçin.”
Bêrîvan Firat jî li ser navê TJK-F’yê axivî û xwest bila qirkirina Êzidiyan û statuya xweseriyê ya Şengalê were naskirin.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî cangoriyên qetlîama Şengalê hatin bîranîn. Çalakî li qada Lîebfraûnbergê hate kirin. Di çalakiyê de bi sloganan qetlîam hate şermezarkirin û wêneyên Şengalê hatin pêşandan.
Di axaftinan de qala qirkirina li ser jinan, Êzidiyan û gelê Kurd hate kirin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê jî gelê Kurd cangoriyên qetlîama Şengalê bi bîr anîn.
Bi banga NCDK’ê li Lûîsenplatzê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de dewleta Tirk, çeteyên wê û PDK hatin şermezarkirin.
HELSÎNKÎ
Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye derbarê salvegera qetlîama Şengalê civînek hate kirin.